Hewlêr (Rûdaw) - Denîz Undav bawerî da alîgirên Tîma Neteweyî ya Almanyayê û peyama "Ez ji bo Kupaya Cîhanê amade me" da.
Lîstikvanê Kurd Denîz Undav, di maça amadehiyê ya Almanyayê ya li hemberî Fînlandayê de performanseke baş nîşan da ku di çarçoveya amadehiyên Kupaya Cîhanê ya 2026an de hat lîstin.
2 gol û asîstek
Almanya 4-0 bi ser ket û Denîz bi 2 gol û asîstekê mohra xwe li serkeftina ser serkeftina tîma xwe xist.
Nexweş ket
Almanya bi golên Denîz Undav ên di xulekên 34 û 57an de, bi gola Florian Wirtz a di xuleka 48an de û bi gola Jamal Musiala ya di xuleka 63yan de bi ser ket.
Dema ku Undav gola xwe ya duyem û ya Almanyayê ya sêyem kir êşek hîs kir û ji ekîba teknîk xwest ku wî ji lîstikê derxin.
Lîstikvanê stêrk pêşî çû jûra cilguhertinê lê piştî çend xulekan bi eşofmanên xwe careke din vegeriya kêleka qadê.
Her çend vê rewşê di nav alîgirên Almanyayê de dilgiranî çêkiribe jî Undav bi daxuyaniyên xwe ew rihet kirin.
"Her tişt di rê de ye"
Denîz Undav piştî maçê ji kanala televîzyonê ya Almanyayê ZDFê re axivî û diyar kir:
“Piçekî êşa min hebû lê ne tiştekî micid e. Her tişt baş e. Ez dê çend rojan tedawî bibim û baş bibim.”
Undav li ser pirsa gelo “Te bi performansa xwe ya bilind cihê xwe yê di 11ên destpêkê de ji bo Kupaya Cîhanê ya 2026an garantî kiriye an na? destnîşan kir:
“Ev biryarek e ku dê rahênerê tîma neteweyî bide. Min îro jî wekî maçên berê bi awayê herî baş erkê xwe bi cih anî.”
Denîz Undav di têkoşîna li hemberî Fînlandayê de wekî lîstikvanê herî baş ê maçê hat hilbijartin û di nirxandinên lîstikvanan de jî 10 puan standin.
Lîstikvanê Kurd beriya Kupaya Cîhanê bi awayekî gelekî zelal peyama “Ez amade me” da Julian Nagelsmann.

