Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Bakurê Kurdistanê ji ber berf û barana zêde xweza bi rengên curbicur xemiliye.
Yek ji wan deverên ku bi xweşikbûna xwe navdar e, Geliyê Takoranê yê Siwêrega Rihayê ye.
Ew gelî bi sûlav, newal, xwezaya dewlemend û dîmenên xwe yên taybet tê naskirin.
Geliyê Takoranê van salên dawiyê bûye navendeke girîng a geştyariyê.
Di vê demê de ger û geştên jîngehparêz û geştyaran li deverê dest pê kiriye.
“Biheşta veşartî”
Komeke jîngehparêzan li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kom bû.
Jîngehparêzên ku her hefte li herêmekê digerin, vê hefteyê berê xwe da Geliyê Takoranê yê Siwêregê ku wekî “biheşta veşartî” tê binavkirin.
140 jîngehparêzan bi taybetî ji bo dîtina kulîlkên nêrgizan ev geşt li dar xist.
Jîngehparêz Mehmet Tekçe li ser geşta xwe ev agahî dan:
"Ji bo kulîlka nêrgizê helbest hatine nivîsandin û stran hatine gotin.
Em ji bo dîtina cihê vê kulîlkê hatin Geliyê Takoranê yê li kêleka Çemê Feratê.
Em hatin û me li vê derê nêrgizan dîtin. Nêrgiz bi reng û bêhna xwe kulîlkeke pir cuda ye.“
150 kîlometreyan rê çûn
Jîngehparêz balê dikişînin ser parastina xwezayê û kulîlka nêrgizê.
Nûnerê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê yê Rihayê Îbrahîm Parmaksiz got:
"Em îro hatin kêleka Çemê Feratê û Geliyê Takoranê. Ev kulîlk li vê derê çêdibin.
Divê em li kulîlka nêrgizê xwedî derkevin da ku bimînin û zêde bibin.
Bila xweza xweş bibe, em bi jîngehparêzan re hatin.“
Jîngehparêz piştî ku 10 kîlometreyan û 5 demjimêran meşiyan gihîştin wê herêma asê.
"Bila her kes were û bibîne"
Jîngehparêz Rûken Dagê hestên xwe wiha anîn zimên:
"Em ji Rihayê ji bo dîtina nêrgizan 150 kîlometreyan rê hatin.
Xwezaya vê derê pir xweş e. Nêrgiz ji kulîlkên din pir cuda ye û bêhna wê jî xweş e.
Bila her kes were vê derê bibîne.“
Geliyê Takoranê yê Siwêregê bi sûlav, newal, xwezaya dewlemend û dîmenên xwe yên nuwaze van salên dawiyê bûye navenda geştyarên xwecihî û biyanî.