Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê ragihand ku qadên asmanî yên başûrê Sûriyeyê ji nû ve hatine vekirin.
Saziyê diyar kir ku geştên asmanî yên başûrê Sûriyeyê ji îro saet 16:00an pê ve dîsa dest pê kir.
Hat destnîşankirin ku ev biryar piştî bidawîbûna nirxandinên teknîkî û ewlehiyê hatiye dayîn.
Geşt vedigerin rewşa asayî
Li gorî daxuyaniyê, kar û barên Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê jî ji heman saetê pê ve bi awayekî asayî vedigera rewşa berê.
Saziyê destnîşan kir ku biryara vekirina qada asmanî, piştî çavdêriya hûr û nirxandina rîskan a ji aliyê komîteyeke pispor ve hatiye dayîn.
Armanca vê biryarê ew e ku ewlehiya geştan li gorî pîvanên navneteweyî were parastin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji bo parastina ewlehiya geştên sivîl, dê şopandina pêşhatên li herêmê bidome.



