Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Reqayê Mihemed Hamidî ragihand ku hinek zevî û milkên Kurdan li xwediyên wan hatine vegerandin.
Mihemed Hamidî ji Rûdawê re da zanîn ku ev gav di çarçoveya parastina mafên welatiyan de hatiye avêtin.
Her wiha bi gotina wî ev yek ji bo pêkanîna prensîpa welatîbûna wekhev tê kirin.
Mihemed Hamidî Rûdawê re axivî û got, “Vegerandina van zevî û milkan pêbendbûna bi pêkanîna dadweriyê nîşan dide.
Ew her wiha însaf, xurtkirina biratî û hevbeşiya di navbera pêkhateyên civakê de jî nîşan dide.”
Bangî xwediyên milkan kir
Alîkarê Parêzgarê Reqayê bangî xelkê herêmê kir.
Wî xwest kesên ku giliyên wan an jî belgeyên wan ên xwedîtiyê hene, serî li aliyên pêwendîdar bidin.
Mihemed Hamidî diyar kir ku divê ew welatî dosyeyên xwe bişopînin.
Bi gotina Mihemed Hamidî bi vê yekê dê pirsgirêk werin çareserkirin û mafên wan li gorî çarçoveyên qanûnî û bêyî cudahî li wan werin vegerandin.



