Hewlêr (Rûdaw) - Li Şamê di operasyoneke hêzên ewlehiyê ya li dijî DAIŞê de 2 endamêm hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Sûriyeyê bi hevkariya Dezgeha Îstîxbarata Giştî li bajarokê Rankûsê yê li rojavayê Şamê, li dijî şaneyeke rêxistina terorê ya DAIŞê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.
Hêzên Ewlehiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku operasyona li dijî DAIŞê îro bi hevahengiya Dezgeha Îstîxbarata Giştî hatiye kirin û pevçûn derketiye.
Hêzên Ewlehiyê Navxwe ya Sûriyeyê da zanîn ku di encama pevçûnan de 2 endamên wan hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.



