Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê ragihand ku gelek zarokên ku ji destpêka şerê sala 2011an ve li Sûriyeyê ji dayîk bûne, ji nasnameya fermî bêpar mane.
Mafê welatîbûnê tenê bi rêya bav derbas dibe û piraniya bavên wan jî di şer de hatine kuştin yan jî winda ne.
Endama Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî Monya Emmarê li Cenereyê beşdarî paneleke asta bilind bû ku bi hevkariya hikûmeta Sûriyeyê hatibû organîzekirin.
Monya Emmarê di panelê de got,"Zarokekî ku di nav şer de ji dayîk bûye, şer hilnebijartiye.
Wî hilnebijartiye ku bavê wî bi darê zorê were windakirin, ne jî zewaca nefermî ya dayîka xwe hilbijartiye.
Lê belê tenê ew zarok vê bacê didin. Ew di warê perwerde, tenduristî, welatîbûn û rûmeta xwe de vê bacê didin."
Monya Emmarê nebûna belgeyên fermî wekî "yek ji encamên herî metirsîdar ên mîrateya şer" bi nav kir.
Pirsgirêk bi taybetî ji ber wê yekê giran e ku li gorî texmînan ji her 13 kesên ku di şer de hatine kuştin 12 kes mêr bûn.
"Dîwarek ji rêkarên giran"
Li gorî Zagona Welatîbûnê ya 1969an a Sûriyeyê, gava ku bav nebe, zarok xwe di valahiyeke qanûnî de dibîne.
Monya Emmarê da zanîn ku ev zagon li ser bingeha cudakariya zayendî ye û got, "Ev zext ji bo keçan du qat e."
Wê her wiha destnîşan kir ku ev rewş li dijî Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cudahiyê yên li Dijî Jinan (CEDAW) e.
Monya Emmarê diyar kir ku amarên wan ên tekez nînin ka çend zarok di vê rewşê de ne.
Lê wan guhdariya serpêhatiyên gelek jinên bî û dayîkan kiriye ku zarokên wan di hemêza wan de ne û ti belgeyek nîne ku hebûna wan zarokan bi awayekî qanûnî biselmîne.
Ew dayîk rûbirûyî "dîwarek ji rêkarên giran" û şermezariya civakî dibin, lewma gelek ji wan bêhêvî dibin û dev jê berdidin.
Di çavê dewletê de "nayên dîtin"
Wezîra Karên Civakî û Kar a Sûriyeyê Hind Qebewatê jî di heman panelê de ragihand:
"Li gorî zagonên me yên kevnar, dayîk nikare welatîbûna xwe ya Sûriyeyê bide zarokên xwe, lewma ew di çavê dewletê de bûne kesên nediyar (ên ku nayên dîtin)."
Hat ragihandin ku gelek malbatên bêçare ji bo ku zarokên xwe bişînin dibistanê yan wan derman bikin, wan bi navê xizmên xwe (wekî xalên wan) tomar dikin.
Hind Qebewatê tekez kir ku ev malbat piştgiriyê heq dikin, ne ku cezakirinê.
Wê her wiha daxwaza "destûreke qanûnî" kir da ku ew bikaribin qeydên xwe rast bikin.
Zagona nû ya welatîbûnê
Wezîra Sûriyeyî eşkere kir ku pêşnûmeyek di qonaxa pejirandinê de ye ku di bin hin mercan de destûrê dide dayîkan ku welatîbûnê bidin zarokên xwe û got:
"Ji bo ku ti zarok neyê cezakirin yan bê nasname nemîne tenê ji ber ku bavê wî winda ye, miriye an jî biyanî ye."
Hind Qebewatê tekez kir ku divê zarokên çekdarên DAIŞê jî ji ber hilbijartinên bavên xwe neyên cezakirin û bangî welatên wan kir ku berpirsiyariya zarokên xwe hilgirin.



.jpg&w=3840&q=75)