Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê da zanîn ku ew li hêviyê ne di rojên pêş de Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re bicive.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, derbarê civîna Komîteya Birêvebir a Navendî ya partiya xwe de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Doganê diyar kir ku ew li bendê ne ku Heyeta Îmraliyê di demeke nêzîk de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.
Nirxandinên Ayşegul Doganê bi kurtasî wiha ne:
"Wekî mînak tê gotin ku 'daxwaza aştiyê nebûye daxwazeke civakî.' Ji ber ku di mijara rêbazê de pirsgirêka baweriyê heye.
Gelek şirketin lêkolînê yên raya giştî jî vê yekê nîşan didin. Dîsa em di çavdêriyên xwe yên li qadê de dibînin. Partiyên siyasî yên din jî wisa ne.
Lê belê me dît ku daxwaza aştiyê jixwe daxwazeke civakî ye. Mirov ew qasî xwedî li aştiyê derdikevin ku dixwazin ji her derê deng û hêzê bidinê.
Helbet fikar û dilgiraniyên mirovan hene. Ji ber ku li Tirkiyeyê êşên gelekî mezin hatin jiyîn û ti kes naxwaze careke din ev êş werin jiyîn
Ji bo ku ev êş bi temamî ji holê rabin, mirov dixwazin her tiştê pêwîst were kirin.
“Pêdivî bi pêngaveke nû heye”
Ji bo ku pêvajo bileztir biçe, divê ev nezelalî werin rakirin. Ji bo ku zehmetiyên derketine holê werin çareserkirin, li rêyeke derketinê tê gerîn.
Li ser nexşerêyeke nû xebat didomin. Îro Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Bahçelî vê yekê wekî gaveke nû bi nav dike. Pêdivî bi hewlên nû heye ku vê rewşa rawestiyayî bilez bike.
Em jî wekî DEM Partî ji roja ku me gotiye di pêvajoyê de qonaxeke nû dest pê kiriye û vir ve, herî zêde balê dikşînin ser vê mijarê.
Yanî me digot qonaxa yekem temam bû û em derbasî qonaxa duyem bûn. Tiştê ku me herî zêde li ser sekiniye, pêdiviya bi pêngaveke nû bû.
“Bahçelî modelekê pêşniyar dike”
Serokê Giştî yê MHPyê derbarê birêvebirina pêvajoyê de modelekê pêşniyar dike. Binêrin, ev mijar ji destpêkê ve nîqaşbar e.
Derbarê sêwirandin û koreografiya pêvajoyê de hinek nîqaş hebûn. Niha pêşniyareke modelê heye.
Helbet partiyên din ên siyasî jî dikarin û divê modelên xwe pêşniyar bikin. Ev dê alîkariya nîqaşan bike.
Nabe ku em mijarê tenê di nav nîqaşa kordînatoriyê de asê bikin. Dema ku em bi nêzîkatiyeke wisa ya asêkirî binirxînin, pêşniyarên din bi heqî nayên nîqaşkirin.
Ji bo hiqûqa veguhêz pêdivî bi çarçoveyeke yasayî heye ku ev yek jixwe ji aliyê rapora Komîsyonê ve hatibû tesbîtkirin.
Em jî vê dibêjin; pêdivî bi çarçoveyeke yasayî heye. Ev veguhastin dê çawa pêk were? Dê bi kîjan hiqûqê pêk were?
Em niha behsa rastiya rêxistinekê dikin ku çekên xwe deyne, bi awayekî stratejîk gotiye ku dest ji têkoşîna çekdarî berdaye lê ji bo vê hinek gavên şênber dixwaze.
Vê rêxistinê bi banga serokê xwe Birêz Ocalan biryara fesixkirinê da. Pişt re çekên xwe şewitandin û ji holê rakirin.
Daxwazên xwe yên vegerê anîn zimên û di ser re ew qas wext derbas bû.
"Divê Parlamento bi awayekî çalak însiyatîvê bigire"
Tê nîqaşkirin ku pêdiviyên raporê dê di kîjan salnameyê de, kengî û çawa werin bicihkirin.
Di vê qonaxa pêvajoyê de êdî divê mekanîzmayeke ku ji partiyên siyasî yên cuda pêk tê bi awayekî çalak bikeve dewrê.
Mirov dixwazin bibînin ku Parlamento bi awayekî çalak di dewrê de ye. Parlamento wekî aliyê yasasaz ê vê pêvajoyê, divê bi awayekî çalak însiyatîvê bigire.
Mijareke din a ku ji dema yekem balê Birêz Bahçelî ya li ser kordînatoriyê û vir ve tê nîqaşkirin rola Birêz Ocalan e.
Derbarê rol, mîsyon, mixetabî û tiştên ku ew dikare bike de nîqaşên cuda hene.
Divê nîqaşên li ser statuyê an jî navê hiqûqa ku bi Ocalan re hatıye danîn, wekî mijareke îmtiyaza kesane neyên dîtin.
Wisa nîne; ji ber ku em behsa rastiyekê dikin ku bi milyonan kes jê re dibêjin îradeya min û ji bo vê her cure neheqî, bêhiqûqî, girtin, sirgûn û lêpirsîn dane ber çavên xwe.
Pêdiviya pratîkî ya ji bo bilezkirina pêvajoyê jî ev e. Nexwe êdî divê em vê mijarê wekî ku heye nîqaş bikin.
Birêz Ocalan bi kê re bixwaze divê karibe bi awayekî çalak pêwendiyê deyne.
Di hevdîtina dawî ya bi Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re, wî bi xwe jî di metna ku ji aliyê heyeta me ve hat weşandin de ev yek bi nivîskî diyar kir.
Behs bi pêdiviya pêwendiya rasterast a bi civakê re dike. Diyar e ku pêdiviya civakê bi tiştekî wisa heye.
Daxwazeke me ya wisa jî heye. Me gelek caran ev anî zimên. Nexwe divê çi bibe?
Divê ew karibe rasterast bangî çapemenî û civakê bike, nêrînên xwe rasterast ragihîne û her wiha bi tevgera xwe re jî di pêwendiyê de be.
Ji bo bilezkirina pêvajoyê, ev yek ji pêdiviyên xwezayî yên vê pêvajoyê ye.
“Ma em dikarin bêjin aliyên pêvajoyê tunin?”
Li vir em dixwazin tiştekî din bi bîr bînin. Di Komîteya Birêvebir a Navendî ya me de jî hat nîqaşkirin.
Dîsa bi şandina ji bo Birêz Bahçelî, ez dixwazim balê bikşînim ser vê sernavê.
Ew dibêje aştî du-alî ye û eger daxwazên PKKyê werin bicihanîn û dewlet jî gavên pêwîst biavêje, pêvajo dikare temam bibe.
Em dixwazin bi taybetî balê bikşînin ser vê diyarkirinê. Ji ber vê sedemê; aliyên diyar ên pêvajoyê hene. Ev rastî ne.
Niha em dikarin bêjin aliyên pêvajoyê tunin? Nexêr, hene û divê aliyên pêvajoyê û tiştên ku divê werin kirin di vê çarçoveyê de werin nirxandin.
Yanî eger çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan xwedî pênaseyekê stratejîk be, divê mirov bi vê qîmetê nêzîkî meseleyê bibe.
Pêdivî ye ku meriv bi nêzîkatiyeke rûbar a ku tenê rojê rizgar dike nêz nebe, divê mirov bi fêmkirina giraniya wê ya stratejîk nêz bibe.
“Em li benda hevdîtinê ne”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ev demeke dirêj e hevdîtin nekiriye. Parêzer û malbatê jî ti hevdîtin bi Birêz Ocalan re nekiriye.
Dema ku ev herikîna asayî têk diçe, nêrîna 'di pêvajoyê de pirsgirêk heye' çêdibe. Êdî divê mirov dev ji vê berde.
Divê rîtm, tempo û herikîna vê hebe. Di rojên pêş de em li bendê ne ku Heyeta Îmraliyê li Îmraliyê hevdîtinekê pêk bîne.”
