Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê ji bo perestar Îkra Avciya ku li ser medyaya civakî pora xwe hûnabû biryara beraetê da.
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Di wan êrişan de keziya şervaneke jin hatibû jêkirin.
Li dijî vê yekê kampanyayeke piştgiriyê hatibû destpêkirin û Îkra Avciyê jî piştgirî dabû vê kampanyayê.
Derbarê Îkra Avciyê him lêpirsîna hem lêpirsîna edlî hem jî ya îdarî hatibû destpêkirin.
Rûniştina doza Îkra Avciyê hat kirin û dadgehê biryara beraetê da.
"Xwestin ez ji pîşeyê xwe bêm derxistin"
Îkra Avciyê piştî biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:
"Dadgehê di lêpirsîna dadî ya li ser min de, îro biryara beraetê da.
Di çarçoveya lêpirsîna îdarî de nexweşxaneya ku ez lê dixebitim xwest ez ji pîşeyê xwe bêm derxistin.
Parêzerê min dê li ser vê mijarê îtîrazên pêwîst bike.
Ez spasiya her kesê ku di vê pêvajoyê de bi min re bû dikim."
Çi bûbû?
Di dema êrişên komên çekdar ên girêdayî Birêvebiriya Şamê yên li Rojavayê Kurdistanê de, endamekî komeke çekdar keziya şervaneke jin a ku canê xwe ji dest dabû jêkiribû.
Wî çekdarî vîdeoya vê yekê belav kiribû û ev bûyerê di nava raya giştî de bû sedema nîşandana nerazîbûneke mezin.
Piştî vê yekê jinan li ser medyaya civakî porên xwe hûnabûn û kampanyayeke piştgiriyê dabû destpêkirin.
Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran, ji hunermendan heta xebatkarên tenduristiyê gelek kesan piştgirî dabû kampanyayê.
Îkra Avciya ku li nexweşxaneyeke Kocaeliyê dixebitî, piştî posta xwe ya piştgiriyê li ser medyaya civakî bûbû hedefa nijadperestên Tirk.
Ew pişt re bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû desteserkirin.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Kocaeliyê ragihandibû ku li ser Îlra Avciyê him lêpirsîna edlî him jî ya îdarî hatiye destpêkirin.
