Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî biryara dadgehê got, "Ez soza rûmet, heysiyet, wêrekî û têkoşînê didim we."
Ji bo betalkirina Kongreya Asayî ya 38an û Kongreya Awarte ya 21an a CHPyê dozek hatibû vekirin.
Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê, derbarê her du kongreyan de jî biryara "betalbûna mitleq a bi tedbîr" (bi temamî bêhukim) dabû.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî piştî vê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
"Em teslîm nabin"
Ozel beşeke axaftina xwe ya di civîna koma partiyê de parve kir û wiha got:
"Ez soza wê yekê nadim we ku em dê di nav baxçeyê gulan re biçin desthilatê.
Ez soza ragirtina li hemberî êşan û neteslîmbûnê didim we.
Ez soza rûmet, heysiyet, wêrekî û têkoşînê didim we."
