Dusseldorf (Rûdaw) - Radyo û televizyona fermî ya Almanyaya Rojava (WDR) biryar daye ku weşana xwe ya bi zimanê Kurdî ya bi navê "Cosmo Kurdî" rawestîne.
Ev biryar di demekê de ye ku weşanên bi zimanên Farisî, Tirkî û Erebî didomin.
Weşana Tirkî bes tê dîtin
Hinceta fermî ya vê biryarê ew e ku piraniya Kurdên li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê rûniştî ne welatiyên Tirkiyeyê ne.
Navenda radyoyê jî li wê eyaletê ye û WDR hebûna weşana Tirkî ji bo wan Kurdan bes dibîne.
Kamil Bazirgan: Ev hincet ne rast e
Yek ji pêşkêşkarên kevn ên bernameyê Kamil Bazirgan ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku ev hincet ne rast e.
Li gorî gotina wî, dezgehê wekî sedema sereke kêmbûna guhdaran nîşan daye.
Lê Bazirgan tekez kir ku radyo bi xwe di çend salên borî de bi awayekî sîstematîk bûye sedema kêmbûna guhdaran.
Bazirgan diyar kir ku wan berê weşana zindî dikir lê piştre bername pêşwext hat tomarkirin û dûv re jî bû podkast.
Hejmara karmendan daxistin 2yan
Kamil Bazirgan da zanîn ku "Cosmo Kurdî" bernameyeke bêalî bûye û Sibata 1987an dest bi weşanê kiriye.
Di destpêkê de dema wê kurt bûye lê piştre gihîştiye saetekê.
Lê hêdî hêdî dema weşanê kêm bûye û hejmara karmendan jî ji 6an daketiye 2yan.
Her wiha bernameyê berê her roja yekşemê 5 babet li ser her çar parçeyên Kurdistanê û Almanyayê pêşkêş dikirin lê paşê ew bername daxistin podkasteke heftane.
Bername bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî dihat weşandin û girîngî dida bûyerên Kurdistanê.
Vekirina beşa Kurdî ya sala 1987an wekî mikurhatineke hikûmeta Almanyayê ya nasîna gelê Kurd dihat dîtin.
Biryar bû ku beşa Kurdî Sibata 2027an 40 saliya damezirandina xwe pîroz bike.
.webp&w=3840&q=75)

