Hewlêr (Rûdaw) - Li Ermenistanê nêzîkî 2 milyon û 485 hezar dengdêr, ji bo diyarkirina parlamenterên nû yên ku dê 5 salan li ser kar bikin sibe diçin ser sindoqan.
Ev hilbijartin ji aliyê Enqereyê û Bakuyê ve ji nêzîk ve tên şopandin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan armanc dike ku bi rêya guherîna destûrê pêvajoya aştiya mayînde ya bi Azerbaycanê re bi rê ve bibe.
Di hilbijartinan de ku bi sîstema lîsteya girtî tê kirin, 18 lîsteyên partiyên siyasî yên ku hewl didin benda hilbijartinê ya ji sedî 4an derbas bikin, di hevrikiyê de ne.
Li seranserî Ermenistanê dê 2 hezar û 5 sindoq werin danîn.
Encamên hilbijartinê dê rasterast bandorê li siyaseta navxwe û derve ya Ermenistanê bike.
Çav li piraniya sêyekan e
Her çend di rapirsiyan de Partiya Peymana Sivîl a Paşînyan bi rêjeya ji sedî 32yan li pêş be jî çav li piraniya du-sêyekan a li parlamentoyê ne.
Azerbaycan ji bo peymana aştiyê ya mayînde, guherandina hinek madeyên di Destûra Ermenistanê de wekî merc pêşkêş dike.
Baku îdia dike ku ew made gefê li yekparçeyiya axa wê dixwin
Ji bo ku Paşînyan karibe van reforman pêk bîne, pêdiviya wî bi piştgiriya xurt a ji sindoqan heye.
Rapirsî çi dibêjin?
Di vê hevrikiya krîtîk de encamên rapirsiyan wiha ne:
· Partiya Peymana Sivîl (Paşînyan): Ji sedî 32
· Ermenistana Bihêz (Karapetyan): Ji sedî 6
· Hevpeymaniya Ermenistanê (Koçaryan): Ji sedî 3
· Rêjeya dengdêrên bêbiryar: Ji sedî 23
Vîzyona "Ermenistana Rastîn"
Paşînyan kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser gotara "Ermenistana Rastîn" ava kir.
Armancên wî yên sereke asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiye û Azerbaycanê re, yekbûna bi saziyên Ewropa-Atlantîkê re û kêmkirina girêdayîbûna leşkerî û aborî ya bi Rûsyayê re ne.
Rêjeya dengdêrên bêbiryar ku ji sedî 23 ye dê di hilbijartinê de bibe diyarker.
Eger ev girse piştgiriyê bide Paşînyan, partiya desthilatdar dikare bi tena serê xwe piraniya du-sêyekan a ji bo guherîna destûrê pêwîst e bi dest bixe.

.webp&w=3840&q=75)

