Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê toreyeke şirket, sazî û keştiyên kargoyê xiste lîsteya cezayan.
Hat ragihandin ku ev tor salane bi rêya veguhastina petrol, berhemên petrokîmyayê û polayê, bi sedan milyon dolarî ji bo bernameyên leşkerî û nukleerê yên Tehranê û Pasdarên Îranê dabîn dike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, îro li ser cezayan daxuyaniyek da û got:
"Hûn li deryayê bi neyasayî petrolê veguhêzin an jî li ofîsa şirketekê rûnin, heke hûn alîkariya rejîma Îranê bikin em dê xwe bigihînin we û we ceza bikin.
Divê hûn hilbijartinekê bikin: Hûn an bi me re ne an jî li dijî me ne."
Şirketa Karnakisê û avakirina şirketên paravan
Li gorî belgeyên Wezareta Xezîneyê, şirketa Karnakisê ya ku navenda wê li Panama û Yunanistanê ye, bi salan e şêwirmendiya hiqûqî dide wan bazirganên pêwendîdarî Îranê.
Armanca vê şêwirmendiyê ew e ku ji bo veşartina xwediyên keştiyên barên qedexekirî yên Îranê şirketên paravan ava bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê de wiha hat gotin:
"Vê şirketa qanûnî, jêrxana bingehîn a şirketên Seyîd Esedullah Îmamcume û şirketa Sûriyeyî ya Qatircî ava kiriye ku ew jî kanala sereke ya darayî ya ji bo Hêza Qudsê ya Pasdaran û Hûsiyan e.
Li ser vê bingehê, xwediyên şirketê Sofianos Karnakis Kosmas û Konstantinos Karnakis Kosmas ên welatiyên Yunanistan û Panamayê ne li gel sê karmendên xwe, ji ber ku navên xwe wekî birêvebirên şirketên paravan bi kar anîne, ketin lîsteya cezayan."
Çalakiyên 7 keştiyên mezin hatin rawestandin
Washington tenê bala xwe nade ser petrola Îranê, di heman demê de cezayan li ser wan keştiyên kargoyê yên asayî jî disepîne ku pola û berhemên petrokîmyayê vediguhêzin.
Di vê çarçoveyê de şirketa kargoyê ya keştiyan a Roxetteyê ya li Panama û Yunanistanê jî xistin lîsteya cezayan.
Çalakiyên heft keştiyên mezin ên kargoyê yên bi ala Panamayê ku ji aliyê vê şirketê ve tên birêvebirin hatin rawestandin.
Hat ragihandin ku navên van keştiyan Anemos, Gloris, Pride, Destiny, Flamingo 1, Harmony û Prince in.
Acenteyên deryavanî yên li Sîngapûr û Îmaratê
Qonaxeke din a cezayan acenteyên deryavanî li xwe digire ku li benderên navneteweyî hêsankariyê ji bo keştiyên Îranê dikin:
Şirketa Amigozê ya bi navenda Sîngapûrê; ji ber ku alîkariya veguhastina barên petrola xav ji bo şirketên ser bi artêşa Îranê kiriye, sotemenî daye keştiyên cezakirî û pêwendiya wê bi tora Mihemed Husên Şemxanî re heye, ket ber cezayan.
Şirketa Walesê ya lojîstîkê ya li Dubayê jî, li ser navê Îranê di kirîna madeyên petrokîmyayê yên bi deh milyon dolarî de wekî acente xebitiye.
Her wiha her du keştiyên piştgiriyê yên şirketê yên bi navên Wales Diamond û Wales Pearl jî li lîsteya cezayan hatin zêdekirin.
Lêpirsîna li dijî bankeke Yunanistanê
Tora Lêkolînên Tawanan a Darayî (FinCEN) a girêdayî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan bi hevahengiya ligel hevkarên Ewropî, bi gumana pêwendiya bi Îran û komên çekdar ên ser bi Tehranê re, derbarê bankeke Yunanistanê de biryara lêpirsînê daye.
Li gorî qanûnên xezîneyê yên Amerîkayê, dest li ser hemû mal û milk û berjewendiyên darayî yên van kes û şirketan ên li Amerîkayê tê danîn.
Her sazî yan banka biyanî ya ku bi van kes û şirketan re dan û standinên darayî bike, dê bi cezayên giran ên duyemîn re rûbirû bimîne û ji pergala darayî ya Amerîkayê bê derxistin.



