Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Amerîkayê ragihand ku li nêzîkî stadyumeke futbolê ya li bajarê Tallahasseeyê yê eyaleta Floridayê, di êrişeke bi çekan de herî kêm 12 kes birîndar bûn ku 6 ji wan zarok in.
Bûyer dawiya hefteyê di dema pîrozbahiyên salane yên Zanîngeha Florida A&Mê de, li devereke qerebalix piştî maçeke futbolê qewimî.
Polîsê Tallahasseeyê di daxuyaniyekê de da zanîn ku ji 12 birîndaran 11 kes bi guleyan birîndar bûne û birînên herî kêm 3yan ji wan jî giran in.
Her wiha hat eşkerekirin ku 6 birîndar di bin 18 saliyê re ye.
Birêvebirê Polîsê Tallahasseeyê Lawrence Revell ragihand ku heta niha kes li ser vê bûyerê nehatiye desteserkirin.
Polîsê bajêr destnîşan kir ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku beriya destpêkirina reşandina guleyan, di navbera çend kesan de pevçûn û nîqaş derketine.
Bûyer li derdora saet 20:00an li xaçerêyeke li nêzîkî Stadyuma Bragg Memorialê rû da.
Hişyariya zanîngehan
Zanîngeha Florida A&Mê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ji xwendekar û xebatkarên xwe xwest ku ji cihê bûyerê dûr bikevin.
Zanîngehê diyar kir ku guledan li "nêzîkî kampa zanîngehê" çêbûye lê kampa wan ewle û parastî ye.
Di heman demê de, Zanîngeha Dewletê ya Floridayê jî ku nêzîkî kîlometreyek û nîvê ji cihê bûyerê dûr e hişyariyeke lezgîn da û xwest ku xwendekar û xebatkar li hundir bimînin û hişyar bin.
Birêvebirê Polîsê Tallahasseeyê Lawrence Revell hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyerê û malbatên wan anî zimên û got:
"Bi taybetî tiştekî ku meriv gelekî xemgîn dike ew e ku zarok jî di nav birîndaran de hene."
Polîs da zanîn ku lêpirsîna li ser bûyerê didome û bangî şahidên bûyerê kir ku agahiyan bidin tîmên lêpirsînê.
#VÎDEO - Li eyaleta Floridayê ya Amerîkayê li nêzîkî stadyumekê êrişeke bi çekan çêbû 🚨 Di êrişê de herî kêm 12 kes birîndar bûn ku 6 ji wan zarok in https://t.co/jwZPWRHRH6
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 25, 2026



