Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû de bi tundî gef li Tehranê xwar û got, “Em peymanekê bikin an wan ji holê rakin?”
Trump destnîşan kir ku Tengava Hurmizê bi temamî di bin kontrola Amerîkayê de ye.
Wî da zanîn ku ew bi rêya teknolojiya fezayê bi hûrgilî çavdêriya dezgehên nukleer ên Îranê dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji medyaya welatê xwe re axivî û got:
"Îran heta niha ti carî rastî derbeyeke wiha giran nehatiye.
Niha tenê pirsek heye, gelo ez bi wan re peymanekê bikim, an bi yekcarî dawî li wan bînim? Di serê min de tenê ev pirs heye: Gelo ez bi wan re peymanekê bikim, an dawî li wan bînim?"
"Ev ne êrişeke asayî ye"
Serokê Amerîkayê anî zimên ku ev operasyona leşkerî naşibe êrişên serdema serokên berê yên Amerîkayê û wiha domand:
"Ev ne wekî êrişên serdema Jimmy Carter yan jî Barack Obama ye. Ev êrişeke rasteqîn e û em lîstikan nakin. Ji ber vê yekê divê ez biryarekê bidim: Gelo ez kar temam bikim û dawî li wan bînim ku ev yek karekî gelekî asan e yan ez bi wan re peymanekê bikim?"
Trump her wiha ragihand ku wan dest daniye ser rêya avî ya hestiyar a herêmê.
Wî li ser mijarê got, "Ji bîr nekin, me niha bi temamî Tengava Hurmizê kontrol kiriye."
Çavdêriya hûr a ji fezayê
Trump li ser dosyeya nukleerî ya Tehranê jî rawestiya.
Wî destnîşan kir ku Îranî li derdora dezgehên xwe yên nukleer ti tevgerên mezin nakin.
Trump eşkere kir ku Washington ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike.
Trump qala şiyana hêza fezayî ya Amerîkayê kir û got:
"Em dikarin ji fezayê nîşaneya li ser kirasê kesekî jî bixwînin. Ji ber vê yekê em bi temamî dizanin ku li Çiyayê Qulingê çi rû dide.
Her wiha em dizanin ku her sê cihên din bi temamî wêran bûne."
Armanc astengkirina çeka nukleer e
Trump berê jî di daxuyaniyeke xwe ya li Floridayê de axivîbû.
Wî wê demê gotibû ku armanca sereke rêgirtina timî ye ku Îran negihîje çeka nukleer.
Trump ev mijar wiha zelal kir:
"Me dikarîbû salekê berê bi balafirên B-2yan li wan bixista û em biçûna. Lê pirsgirêk ew bû ku piştî salek yan du salan dê dîsa bikarîbûna hizra çêkirina bombeya nukleer bikin. Ji ber vê yekê divê ev kar bibinî bibe."
"Hemû balafirên wan hatin têkbirin"
Trump roja şemiyê li Florîdayê di dema dengdana pêşwext a hilbijartinên Kongreyê de jî gefa êrişeke rasterast xwaribû û gotibû:
"Em hizra êrişeke li Îranê dikin û dibe ku sibe rû bide lê bê guman ez dema operasyona leşkerî eşkere nakim.
Îhtimalek heye ku em êriş bikin, îhtimaleke din jî ew e ku em peymaneke mezin û baş bikin. Min gelekî bi bandor serederî bi vê pirsê re kir. Yan ez dê kar bi yekcarî temam bikim yan jî ew dê bi me re peymanekê bikin. Lê belê di her du rewşan de jî em serkeftî ne."
Trump pesnê artêşa welatê xwe da.
Wî îdia kir ku hêzên çekdar ên Amerîkayê derbeyeke kujer li jêrxana leşkerî ya Îranê daye û got:
"Ti balafirên cengê ji Îranê re nemaye. Her 259 balafirên wan ên cengê hatin têkbirin û bûn perçeyên biçûk. Her wiha hemû keştiyên wan noq bûn. 259 keştiyên wan niha li binê deryayê ne û radarên wan jî ji kar ketine."
Trump di beşeke din a axaftina xwe de, serkirdatiya Îranê bi dijberiya Amerîkayê tohmetbar kir û got:
"Ew serkirdatiyeke gelekî xerab in. Wan 75 hezar xwenîşanderên xwe kuştine. Di rabirdûyê de jî destê wan di kuştina gelek welatî û leşkerên Amerîkî de hebûye."



