Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku birêvebiriya Donald Trump firotina 500 mûşekên parastina asmanî yên Patriotê ya ji bo Ukraynayê pesend kiriye.
Lê Serokê Ukraynayê hişyariyê dide, dibe ku radestkirina mûşekan çend salan biajo.
Biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo pesendkirinê ji Kongreyê re hat şandin.
Ev biryar piştî wê tê ku rayedarên Kîevê di hefteyên borî de bi berdewamî li ser kêmbûna berbiçav a depoyên mûşekên parastinê hişyarî dida.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat gotin:
"Firotina van çekan şiyana Ukraynayê ya ji bo rûbirûbûn bi gefên niha û paşerojê re bi rêya bihêzkirina sîstema parastina asmanî û ya bi mûşekan bilind dike."
Her wiha hat tekezkirin ku ev gav xizmeta armancên siyaseta derve û ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê dike, ev jî bi piştgiriya welatekî hevpeyman pêk tê ku faktora aramiyê ye li Ewropayê.
Li gorî daxuyaniyê, pereyê kirîna van mûşekan dê ji aliyê hevpeymanên Kîevê ve were dabînkirin.
Dilgiraniya Zelensky li ser dema radestkirinê
Wezareta Karên Derve ji bo gihîştina çekan ti dem diyar nekirine.
Li hemberî vê yekê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê dilgiraniya xwe anî zimên û nivîsî:
"Dibe ku radestkirina çekan tenê piştî çend salên din dest pê bike."
Zelensky ji Washingtonê xwest ku çareseriyeke demkî bibîne.
Wî pêşniyar kir ku Amerîka û hevpeymanên wê yên Ewropî niha ji depoyên xwe mûşekên Patriotê bidin Ukraynayê, da ku paşê bi bicihanîna vê peymana nû cihê wan were dagirtin.
Mûşeka Patriotê ji bo têkbirina mûşekên Rûsyayê wekî yek ji çekên herî bibandor û yên sereke yên Kîevê tê dîtin.
Pêwendiyên Washington û Kîevê
Pesendkirina vê peymana nû piştî demeke aloz a di pêwendiyên navbera Washington û Kîevê de tê.
Destpêka vê mehê Washingtonê ji bo kirîna mazotê bi Rûsyayê re peymanek mohr kiribû, di heman demê de Kîevê gazin ji Amerîkayê dikir ku xizmeta înternetê hêdî kiriye û parvekirina agahiyên îstixbaratî sînordar kiriye.
Pesendkirina vê peymana nû di demekê de ye ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di serdana xwe ya li Washingtonê û beşdariya di civînên Koma 20an de pesnê têgihîştina îdareya nû ya Amerîkayê ya li ser qeyrana Ukraynayê dabû.
Lavrov beriya daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyarî dabû ku dabînkirina çekên bipêşketî û mûşekên dûravêj ji bo Kîevê, dê keşûhewaya gotûbêjên dîplomatîk û civîna sêalî ya çaverêkirî ya meha bê ya li Ebû Dabiyê xera bike.



