Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Amerîkayê di hilbijartinên nîvê heyama serokatiyê de berê xwe didin ser sindoqan.
Ev pêvajo li ser xula duyem a serokatiya Donald Trump wekî rapirsiyeke giştî û diyarker tê dîtin.
Di heman demê de Demokrat di ber derfeteke dîrokî de ne da ku piraniya her du Encûmenên Nûneran û Pîran vegerînin.
Windakirina Encûmena Nûneran ji aliyê Komariyan ve, dê wê desthilatê bide Demokratan ku hemû bernameya yasadanînê ya Trump rawestînin û dest bi lêkolînan li ser îdareya wî bikin.
Her wiha windakirina Encûmena Pîran jî dê şiyana serok a ji bo diyarkirina dadwerên Dadgeha Bilind û berpirsên bilind ji holê rake.
Ev hilbijartin di demekê de ye ku ji ber bilindbûna enflasyonê, bihabûna jiyanê, cezayên li ser hawirdeyê û aloziyên leşkerî yên li gel Îranê, asta razîbûna gel a ji Trump heta nêzîkî ji sedî 30î daketiye.
Kîjan kursî di nav pêşbirkê de ne?
Di dengdana îro de çarenivîsa van postan tê diyarkirin:
· Encûmena Nûneran: Hemû 435 kursî.
· Encûmena Pîran: Ji 100 kursiyan 35 kursî.
· Parêzgar: Postên parêzgariya 36 eyaletan.
Demokrat ji bo ku piraniya Kongreyê ji destê Komariyan derxin, tenê pêwîstiya wan bi 3 kursiyên din ên Encûmena Nûneran û 4 kursiyên Encûmena Pîran heye.
Pêşbîniyên saziya "Decision Desk HQ"yê nîşan didin ku îhtimal heye Demokrat 241 kursiyên Encûmena Nûneran û bi piraniyeke kêm (52 li hemberî 48an) Encûmena Pîran jî bi ser bixin.
Xerciya bangeşeya vê hilbijartinê di reklamên siyasî û medyayî de ji 11 milyar dolarî derbas bûye.
Di vê bangeşeyê de milyarderê Amerîkayî Elon Musk ji bo serxistina Komariyan bi sed milyonan dolar xerc kir.
Di heman demê de, beriya destpêkirina dengdana giştî zêdetirî 57 milyon welatiyan bi awayê pêşwext dengê xwe da.
Tevî girîngiya mijarên aborî, Trump di axaftina xwe ya dawî ya bangeşeya hilbijartinê de kêm qal aboriyê kir.
Vê yekê wisa kir ku serkirdeyê Demokratan ê li Encûmena Pîran Chuck Schumer, axaftina wî wekî "peyameke lawaz û cihê bezeyiyê" bi nav bike.
Li hemberî vê, Komarî îdia dikin ku siyaseta Trump a di daxistina bacan û sînordarkirina koçberan de di berjewendiya welêt de bûye û baweriya wan bi temamî bi serkeftinê heye.
Gumana sextekariyê û gefa vetoyê
Mîna hilbijartinên borî, Trump çendîn caran guman li ser pêvajoyê çêkiriye û Demokrat bi fêlbaziyê tometbar kirine.
Li Californiya û Alaskayê jî Komariyan ji bo betalkirina beşek ji dengan hewlên qanûnî dan lê dadgehan daxwazên wan red kirin.
Donald Trumpê ku dê ji Koşka Spî çavdêriya encaman bike, gef xwariye ku heger ew Kongreyê jî winda bike dê li beramberî Demokratan bisekine.
Trump di daxuyaniyekê de got, "Ez dê vetoya her tiştî bikim."
Her çi qasî wî amaje bi wê yekê jî kiribe ku di dawiyê de dibe ku bi Demokratan re peymanekê bike.


