کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cihê bûyerê / Wêne: Getty Images

Cihê bûyerê / Wêne: Getty Images

Cîhan

Li nêzîkî Koşka Spî êrişa bi çekan: Birîndar hene

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

12-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran12-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Li Washingtona paytexta Amerîkayê li saloneke werzişê ya li devera Logan Circleyê ku nêzîkî Koşka Spî ye êrişeke bi çekan qewimî û polîsan ragihand ku herî kêm 5 kes hatine gulebarankirin.
Bûyer li nava navenda werzişê ya Vida Fitnessê û li ber deriyê wê qewimî ku nêzîkî kîlometre û nîvekê li bakurê Koşka Spî ye.
Polîsên Washingtonê da zanîn ku 5 kes bi guleyan birîndar bûne lê rewşa wan a tenduristiyê hîn bi temamî ne diyar e.
Şahidên bûyerê çi got?
Kesên ku di dema êrişê de li salona werzişê bûn behsa wan kêliyên tirsê kirin.
Şahidekî bûyerê yê bi navê Michael Carney ji rojnameya Washington Sunê re got ku dema gulebarankirinê ew li ser banda bezê bûye û wiha axivî:
"Min dengekî teqînê bihîst, pêşî min got qey topa werzişê teqiya lê piştre min dît ku kesek li ser erdê birîndar ketiye. Dema alarma şewatê lê da hemû kes li pişt kulîlkdankan veşartin."
Carney her wiha da zanîn ku piştî ji salonê derketiye, wî li kolana kêlekê dengê 5 heta 10 guleyên din jî bihîstiye.
Şahideke din a bûyerê jî ji heman rojnameyê re ragihand ku piştî derketina ji salonê ji jûra cilguhertina jinan dengekî pir bilind bihîstiye û got:
"Min zanî tiştek li hev ket an jî ket xwarê lê piştre min fêm kir ku ew dengê guleyan bû."
Polîsan herêm dorpêç kir
Li Kolana Pyê û Kolana 16emîn ku nêzîkî cihê êrişê ne gelek ambulans, wesayîtên polîsan û helîkopter hatin dîtin.
Tevgera ewil a tîman bi dema herêmî derdora saet 08:30î dest pê kir û birîndar bi ambulansan hatin veguhastin.
Polîsan ragihand ku li herêmê êrişeke çalak a bi çekan qewimiye û kordona ewlehiyê hatiye avakirin.
Polîsê bi navê Nathan Clarke destnîşan kir ku tîmên wan li çend xalên cuda yên herêmê midaxaleyî bûyerê dikin lê hîn agahiyên hûrgilî yên li ser cih û çarçoveya tam a bûyerê nehatine piştrastkirin.
Brooke Pinto: Polîs li gumanbarekî digere
Endama Encumena Bajarê Washingtonê Brooke Pintoyê bi rêya hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand ku êriş "li nava navenda werzişê ya Vida Fitnessê û li derveyî wê" qewimiye.
Brooke Pintoyê da zanîn ku çend kes hatine gulebarankirin û xwest ku xelk ji herêmê dûr bisekine.
Pintoyê her wiha eşkere kir ku polîs li pey gumanbarekî digere.
Polîs: Rewşa barîkatê heye
Daîreya Polîsan a Washingtonê (MPD) di daxuyaniyeke nû de ragihand ku bûyer li Bloka 1500an a Kolana 15emîn a bakurê rojava bûye sedema "rewşa barîkatê".
Di daxuyaniya polîsan de hat gotin:
"Tîma Bersivdana Bilez a MPDyê li cihê bûyerê ye. Em ji bo çareserkirina vê rewşê dixebitin, ji kerema xwe ji herêmê dûr bisekinin."

Pirsên