کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Evîn Haciyê cilên Kurdî diyarî Şahjina Norwecê kirin

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

14-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah14-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Dusseldorf (Rûdaw) - Çand û reseniya Kurdî sînoran derbas dike û dibe sedema pêwendiyên balkêş ên bi gelên din re.

Evîn Hacî jineke Kurd a ji Dihokê ye û niha li Norwecê dijî.

Hevdîtineke sade ya li koşka şahane bû sedema destpêşxeriyeke dîrokî û çandî ya bêhempa.

Sala 2023yan Evînê rêxistineke taybet a jinan ava kir ku niha li 23 welatên cuda endamên wê hene.

Ji ber xebat û çalakiyên wan, Evîn û hevalên wê ji bo Koşka Şahane ya Norwecê hatin vexwendin.

Di wê hevdîtinê de û li nav nûnerên welatên wekî Pakistan û Sûriyeyê, ew bi cil û bergên Kurdî beşdar bû.

Cilên Kurdî bala Şahjina Norwecê kişand

Rengînî û bedewiya cilên Kurdî di demeke kurt de bala Şahjina Norwecê kişand û li ser wan pirs kir.

Ev yek bû sedem ku li cem Evînê fikrek çêbibe da ku destek cilên Kurdî wekî diyarî bide Şahjinê.

Piştî vegera wan, rêxistina wan bi awayekî fermî vexwendinnameyek ji bo Şahjinê şand da ku serdana wan bike û ji nêzîk ve çalakiyên wan jinan bibîne.

Şahjinê jî pişt re ev daxwaz pejirand.

Şahjinê cilên Zaxoyê qebûl kirin

Evîn Haciyê ji bernameya Diyasporayê re ragihand ku hefteya borî ew serdan pêk hat.

Girîngiya wê jî ew bû ku piştî mirina şahê welêt serdana yekem a navxweyî ya Şahjina Norwecê bû.

Li salona pêşwaziyê, li gel nîşandana cilên resen ên Norwecî ku ji aliyê jinên rêxistinê ve hatibûn dirûn, kiras û korta kincên Kurdî jî hatin nîşandan ku bi taybetî li bajarê Zaxoyê hatibûn dirûn û şandin.

Dema gihîştina wê, Şahjinê bi hembêzkirineke germ û rûyekî xweş ew pêşwazî kirin.

Evînê jî cilên Kurdî di nav qutiyeke taybet a diyariyan de pêşkêş kir ku hemû agahiyên li ser cihê çêkirina wan a li Kurdistanê li ser hatibûn nivîsandin.

Vê yekê jî dilê Şahjina Norwecê gelekî xweş kir.

Pirsên