کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Trump, Xi û Putin / Wêne: Hişê çêkirî

Trump, Xi û Putin / Wêne: Hişê çêkirî

Cîhan

Trump dê li Çînê bi Putin û Xi Jinping re bicive

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

14-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran14-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê hefteya bê biçe Fîlîpîn û Çînê.

Li gorî agahiyan, tê çaverêkirin ku Trump di serdana Çînê de bi Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîneke sêalî pêk bîne.

Hat zanîn ku di civînê de dê mijara kêmkirina çekên nukleer û dosyeya Îranê bên gotûbêjkirin.

Alîkara Berdevka Koşka Spî Olivia Walesê hûrgiliyên serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a hefteya bê ya Fîlîpîn û Çînê eşkere kirin.

Walesê ragihand ku Trump dê di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya û Pasîfîkê (APEC) de ku li bajarê Shenzhenê yê Çînê tê lidarxistin, bi Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîneke sêalî bike.

Hat diyarkirin ku Trump dê roja pêncşemê piştî nîvro bi Xi Jinping re civîneke dualî jî pêk bîne.

Di rojevê de çekên nukleer û Îran hene

Alîkara Berdevka Koşka Spî da zanîn ku Trump dê di hevdîtinan de mijara kêmkirina çekên nukleer bîne rojevê û got:

"Serok bi awayekî zelal anî zimên ku dê li gel mijarên din, li ser kêmkirina çekên nukleer ên li cîhanê bisekine ku belavbûna wan gelekî xeternak e."

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin da zanîn ku ew li bendê nînin ji hevdîtinan ti peyman derkevin.

Wî rayedarî ev civîn wekî pêwendiya yekem a di navbera rêberên her sê welatan de bi nav kir û destnîşan kir ku ev dê bibe xaleke destpêkê.

Rayedarê Amerîkayî da zanîn ku cebilxaneya nukleer a Çînê li cîhanê cebilxaneya herî bilez a ku mezin dibe ye û diyar kir ku divê Pekîn di hevdîtinên bêçekkirina nukleer de roleke çalaktir wergire.

Wî rayedarî her wiha destnîşan kir ku di civîna sêalî ya Trump a bi Xi û Putin re tê plankirin ku mijara Îranê were nirxandin lê mijara Ukraynayê ne di rojevê de ye.

Di serdana Fîlîpîn û Çînê de aborî jî di rojevê de ye

Di bernameya serdana Trump de ji bilî mijarên ewlehiya herêmî, mijarên bazirganî, veberhênan û mezinbûna aborî jî hene.

Tê çaverêkirin ku Trump li Manilaya paytexta Fîlîpînê hevdîtinan bike û beşdarî civîna serkirdeyên Quadê bibe ku armanca wê aştî, bextewerî û ewlehiya li herêma Hînd-Pasîfîkê ye.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku Trump bi Taylandê re jî peymaneke bazirganiyê îmze bike.

Li gorî planê, Serokê Amerîkayê dê beşdarî Lûtkeya Taybet a USA-ASEANê bibe û di şîvê de bi serkirdeyên herêmê re bicive.

Tê çaverêkirin ku Trump bi Serokê Fîlîpînê Ferdinand Marcos re hevdîtinê bike û di warên hewavanî, parastin, enerjî û teknolojiyê de peymanên bazirganiyê û veberhênanên stratejîk îmze bike.

Hat ragihandin ku di serdana Çînê de dê armancên birêvebiriya Washingtonê yên wekî teşwîqkirina bazirganiya hevseng, berfirehkirina bazarên hinardeyê yên Amerîkayê û piştgirîkirina mezinbûna aborî derkevin pêş.

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Pirsên