کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çînê balafira xwe ya rêwiyan a elektrîkî bi pîlot ceriband

Çînê balafira xwe ya rêwiyan a elektrîkî bi pîlot ceriband

Cîhan

Balafira elektrîkî ya Çînê cara yekem bi pîlot firiya

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

15-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran15-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Balafira rêwiyan a elektrîkî CE-25A ku berhema navxweyî ya Çînê ye, cara yekem bi pîlot hat ceribandin û firîna wê bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

Şirketa Balafirên Bazirganî ya Çînê (COMAC) ragihand ku di dema firîna balafira bi kapasîteya 19 rêwiyan de hemû pîvanên performansê wekî ku dihat çaverêkirin serkeftî bûn.

“Sîstemên balafirê bi awayekî asayî xebitîn”

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Çînê, balafira elektrîkî CE-25A li bajarê Binzhouyê yê parêzgeha Shandongê yekem car bi pîlot hat ceribandin.

Di balafirê de du pîlotan û endezyarekî hewavaniyê cih girt.

COMACê da zanîn ku di dema ceribandinê de sîstemên balafirê bi awayekî asayî xebitîne û encamên teknîkî bi temamî serkeftî bûne.

Taybetmendiyên teknîkî yên balafirê

Balafira CE-25A wekî yekem balafira rêwiyan a elektrîkî ya xwemalî ya Çînê tê naskirin.

Ev balafir ji aliyê COMAC, şirketa Çînî ya bataryayan CATL, Zanîngeha Jiao Tong a Shanghaiyê û hevparên din ên projeyê ve hatiye pêşxistin.

Balafira ku ji bo geştên navbera bajaran hatiye sêwirandin, bi van taybetmendiyên xwe yên teknîkî balê dikişîne:

·  Kapasîteya rêwiyan: 19 kes

·  Giraniya hilfirînê: Herî zêde 10 ton

·  Leza firînê: Di saetekê de 300 kîlometre

·  Bilindahiya firînê: 2 hezar û 400 metre

·  Menzîla firînê: 400 kîlometre

·  Berê 19 caran bêpîlot firiyabû

Beriya niha, 2yê Sibatê firîna yekem a ceribandinê ya CE-25Ayê ya bêpîlot hatibû kirin û piştî wê jî balafir 19 caran bêyî pîlot (bi awayekî otonom) firiyabû.

Her wiha Birêvebiriya Hewavaniya Sivîl a Çînê jî serlêdana bawernameya (sertîfîkaya) guncawbûna firînê ya vê balafirê qebûl kiribû.

Pirsên