Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê bi Papayê Vatîkanê Papa Leoyê Çardemîn re civiya.
Nêçîrvan Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û naveroka civînê eşkere kir.
"Parastina mafên Xirîstiyanan erkê me ye"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Papa Leoyê Çardemîn re ji bo wî cihê şanaziyê ye û got:
"Min tekez kir ku Xirîstiyan û hemû pêkhateyên olî ne tenê beşeke bingehîn a dîrok û nasnameya Herêma Kurdistanê ne, di heman demê de ew paşeroja wê jî diafirînin."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku wî ji Papayê Vatîkanê re ducare kiriye ku parastina maf, rûmet û hebûna aştiyane ya Xirîstiyanan a li ser xaka bav û kalên wan dê her tim bibe erkê wan.
Nêçîrvan Barzanî Papa vexwend Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola Vatîkanê jî û wiha pê de çû:
"Min spasiya kûr a Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşengiya exlaqî ya Vatîkanê û rola wê ya girîng a di bipêşxistina diyalog û pêkvejiyana li seranserê cîhanê de anî zimên."
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî serdana dîrokî ya Papa Francisê koçkirî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bi bîr anî.
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Papa Leoyê Çardemîn vexwend da ku serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.
