Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Îranê bi navbeynkariya Pakistanê pêşniyareke nû ya ku ji 14 xalan pêk tê pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, birêvebiriya Tehranê bi rêya Pakistanê pêşniyarek gihandiye Washingtonê ku ji 14 xalan pêk tê.
Hat destnîşankirin ku pêşniyara Îranê li ser "dan û standinên têkildarî bidawîkirina şer û gavên Amerîkayê yên ji bo avakirina baweriyê" hatiye amadekirin.
Pêşniyar di demeke wiha de tê ku aloziyên li Rojhilata Navîn zêde bûne û hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyê di rojevê de ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump şevê din hişyarî da Îranê û got, "Eger na dê tiştek ji wan nemîne."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî îro diyar kir ku ew dê stûyê xwe li ber ti hêzê xwar nekin û got, "Em ji bo rehetî û berjewendiyên xwe yên dinyayî rûmeta welêt nakin qurban."
