Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan biryar dabû roja sêşemê êrişeke leşkerî ya mezin û berfireh bibin ser Îranê.
Lê bi gotina wî wan li ser daxwaza serkirdeyên Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê ev êrişa mezin rawestandiye.
Trump her wiha hişyarî da û got ku heger ew negihîjin peymanekê, ew dê di her kêliyê de dest bi êrişê bikin.
Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir.
Trump diyar kir ku Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed, Şazadeyê Cînişîn ê Erebistana Siûdî ehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid daxwazek ji wî kiriye.
Li gorî gotina wî, wan lîderan ji wî xwestiye ku êrişa leşkerî ya li ser Îranê rawestîne ku plan hebû sibe (sêşemê) were kirin.
Sedema rawestandina êrişê çi ye?
Trump li ser sedema rawestandina êrişê got:
"Niha dan û standineke cidî tê kirin û bi baweriya wan (serkirdeyên Kendavê), wekî serkirde û hevpeymanekî mezin dê peymanek bê kirin.
Dê ev peyman ji bo Amerîkayê, hemû welatên Rojhilata Navîn û derveyî wê jî cihê qebûlkirinê be."
Trump tekezî li ser wê yekê kir ku xala herî girîng a wê peymanê dê ew be ku "Îran nabe xwedî ti çekên atom.
"Ji ber rêza min a ji bo wan serkirdeyan, min ferman da Wezîrê Şer Pete Hegseth, Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Daniel Caine û Artêşa Amerîkayê.
Min ji wan xwest ku ew sibe wê êrişê nekin."
Hişyariya tund a ji bo Îranê
Lê belê Trump hişyariyeke tund da Îranê û got:
"Heger em negihîjin peymaneke qebûlkirî, min ferman daye artêşê ku di her kêliyê de ji bo destpêkirina êrişeke mezin û berfireh a li ser Îranê di amadehiya tam de bin.
Spas ji bo bala we ya li ser vê mijarê! Serok Donald J. Trump."
