کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Broşura konferansê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Broşura konferansê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Cîhan

POLONYA - Zanîngehên Kurdistanê û cîhanê li ser paşeroja aborî û polîtîkayê dişêwirin

Mehmed Salih Bedirxan

Mehmed Salih Bedirxan

25-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Mehmed Salih Bedirxan
Mehmed Salih Bedirxan25-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw)  - 8emîn Konferansa Navneteweyî ya Hesabdarî, Karsazî, Aborî û Polîtîkayê (ICABEP 2026) li Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê tê lidarxistin.

Konferans dê bi şêwazê "hybrid" be, ango hem beşdariya rasterast û hem jî ya serhêl (online) were lidarxistin.

Hevkariya zanîngehên navneteweyî

Di lidarxistina vê konferansê de, Zanîngeha Szczecinê bi dehan saziyên akademîk re hevkarî kiriye.

Di nav wan de Zanîngeha Selahedînê (Îraq), Zanîngeha Tishkê (Herêma Kurdistanê), Zanîngeha Maltayê, Zanîngeha Rojava ya Timișoarayê (Romanya), Zanîngeha Sofyayê (Bulgaristan), Zanîngeha Yarmukê (Urdun) û Zanîngeha Kobaniyê (Rojavayê Kurdistanê) hene.

Her wiha zanîngehên ji Polonya, Kosova, Îraq, Mexrib û Makedonyaya Bakur jî piştgiriya vê xebata zanistî dikin.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku lêkoler, akademîsyen û pisporên qadê li hev kom bibin da ku zanîn, ezmûn û encamên lêkolînên xwe parve bikin.

Mijarên serekw û paşeroja aboriyê

Konferans dê li ser gelek mijarên giring ên sedsala 21ê raweste. Di nav wan mijaran de ev xalên sereke hene:

•             Paşeroja derfetên kar di sedsala 21ê de.

•             Hilberîn ji bo avakirina aştiyê û tevlîkirina civakê.

•             Dijwariya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn di sedsala 21ê de.

•             Veguherîna dîjîtal û praktîkên domdar ên di warê fînans û bankayê de.

•             Polîtîka û serkirdayetiya polîtîk di serdema hişê çêkirî (AI) de. 

•             Derfet û rîskên hişê çêkirî ji bo karsazan.

 Hilberîna li Herêma Kurdistanê

Beşeke girîng a konferansê dê li ser rewşa aborî û hilberîna li Herêma Kurdistanê be.

Di vê çarçoveyê de dê li ser meylên nû yên aboriyê yên li Kurdistanê were rawestîn.

Her wiha derfet û astengiyên di warên geştyarî, çandinî û hilberînê yên li cîhan û Herêma Kurdistanê dê bi awayekî zanistî werin nirxandin.

Pirsên