Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina xêrxwaziyê ya “GoodVision”ê li herêma Odishayê ya Hindistanê ji bo xelkê hejar berçavkên erzan dabîn dike.
Li navçeyeke hejar a herêma Odishayê ya Hindistanê kampeke pişkinîna (kontrol) çavan hat avakirin.
Bi saya vê kampê gelek kesên hejar piştî demeke dirêj cara pêşî derdora xwe bi zelalî dibînin.
Cara pêşî derdora xwe bi zelalî dibîne
Firoşkarê bi navê Tofan Jena cara yekem e ku derdora xwe bi zelalî dibîne. Wî ev kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:
“Piştî ku min li cem pisporekî çavan pişkinîn kir û min berçavkên xwe wergirtin, êdî min karî hemû tîpên alfabeyê bibînim, tewr ên herî biçûk jî.
Niha ez peyamên li ser telefona xwe bi zelalî dibînim. Ez dikarim rojnameyê jî bixwînim: Van berçavkan gelekî alîkariya min kir."
Pêdiviya 550 milyon kesan bi berçavkan heye
GoodVisionê berçavkên erzan ji bo wî dabîn kirine. Li gorî amarên GoodVisionê, pêdiviya 550 milyon kesan bi berçavkan heye lê 250 milyon kes nikarin berçavkan peyda bikin.
Birêvebirên GoodVisionê yên li Hindistanê diyar kir ku ew mehane diçin zêdetirî 400 gundên hejar. Her wiha ew ji bo kesên hejar derman û neştergeriyên belaş dabîn dikin.
“Ji ber kêmbûna hişyariyê nizanin nexweş in”
Birêvebirê Giştî yê GoodVisionê Gopinath Das destnîşan kir ku gelek caran xelk ji ber feqîriyê nikarin pişkinînê bikin û li pey çû:
“Gelek caran pereyên xelkê nînin û ji ber kêmbûna hişyariyê, ew nizanin ku pirsgirêkên wan ên çavan hene.
Loma dema em kampan li ber deriyê wan ava dikin, mirov hest bi aramiyê dikin û ji bo pişkinîna çavan tên. Ew dizanin ku tîm li gundê wan e û bi hêsanî dikarin çavên xwe kontrol bikin."
Kêmbûna şiyana karkirinê zererê dide aboriyê
Ajansa Navneteweyî ya Rêlibergirtina Korahiyê (IAPB) texmîn dike ku tenê li Hindistanê, ji ber nexweşiyên çavan ên ku çareseriya wan heye, bi qasî 30 milyar dolaran zerer li berhemdariyê dikeve.
Wisa xuya dike ku nebûna berçavkan şiyana karkirinê kêm dike û di encam de dibe sedema lawazbûna aboriyê jî.