Hewlêr (Rûdaw) - Kar û barên konferansa herî mezin a navneteweyî ya li cîhanê ya ji bo "xwendina navneteweyî" li bajarê Orlandoyê yê eyaleta Florîdayê ya Amerîkayê didome ku şandeyeke Herêma Kurdistanê jî beşdar e.
Beşdarekî diyar kir, "Konferans ji bo bihevguhertina zanistî û wergirtina tecrubeyan girîng e."
Konferansa Yekîtiya Xwendekaran a Navneteweyî (NAFSA) 26ê Gulanê dest pê kir û sibe dê roja wê ya dawî be.
Şandeyeke fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji 5 kesan pêk tê beşdarî konferansê bûye.
Alîkarê Profesor û Dekanê Enstîtuya Teknîkî ya Mêrgesorê ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê Dr. Talib Mihemedê ku beşdarî konferansê bûye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Yek ji girîngiyên konferansê yên ji bo me bihevguhertina di warê zanistî de û tecrubeyan a li gel welatên cîhanê ye."
Konferans her sal dawiya meha Gulanê li bajarên Amerîkayê tê lidarxistin.
Bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê
Dr. Talib Mihemed destnîşan kir:
"Konferans li cîhanê ya herî mezin e, nûnerên nêzîkî 110 dewletan beşdar in.
Ji bo me gelekî girîng e ku em ji nêzîk ve biryarderên bilind ên xwendina bilind ên li cîhanê dibînin û em bi wan re gotûbêjan dikin û em behsa çand, zanist û bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê dikin."
Di konferansê de 8 hezar akademîsyen û berpirsên xwendina bilind beşdar in û di nava wan de 558 axêver hene ku yek ji wan Dr. Talib Mihemed e.
Dr. Talib Mihemed eşkere kir:
"Min di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku li Herêma Kurdistanê bihevrejiyan di asteke kûr û dîrokî de ye.
Ji bilî bihevrejiyana mirovan, min behsa bihevrejiyana ajel û xwezaya Kurdistanê kir û min herêma Barzanê wekî mînak nîşan da."
Armancên konferansê
Dr. Talib Mihemed li pey çû:
"Me behsa cihêrengiya perwerde û çandê ya li navendên xwendinê yên Herêma Kurdistanê kir.
Me amaje bi girîngîpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo ziman û olên cuda û perwerdekirina wan da."
Di konferansê de nêzîkî 600 saziyên cîhanî pêşangehên xwe vekirine.
Yek ji armancên konferansê ew e ku hêsankariyê ji bo xwendekaran bike ku karibin li welatên din ên cîhanê bixwînin.
Her wiha avakirina hevkariyê ya di navbera zanîngehên Amerîkayê û zanîngehên din ên cîhanê de jî armanceke din a konferansê ye.