Hewlêr (Rûdaw) - Mûşeka bi navê New Glennê ya şirketa Blue Originê ya Amerîkayê di dema testa motorê de teqiya.
Ev şirket a milyarderê navdar Jeff Bezos e.
Teqîn li eyaleta Floridayê ya Amerîkayê li Stasyona Hêzên Fezayê ya Cape Canaveralê rû da.
Di dema testê de ji ber sedemeke nediyar teqîneke mezin çêbû.
Di bûyerê de kes nemir û kes jî birîndar nebû lê belê li herêmên niştecihbûnê yên li derdorê tirs û panîk çêbû.
Jeff Bezos: Karmendên me silamet in
Damezirînerê şirketê Jeff Bezos li ser qezayê daxuyaniyek da û eşkere kir ku hemû karmendên wan silamet in û got:
“Ji bo ku em sedema teqînê zanibin hîn zû ye lê em li ser dixebitin.
Ji bo me rojeke dijwar e. Em dê çi pêwîst be bikin û ducare vegerin ser karê xwe.
Ev karê me hêjayî vê yekê ye.”
Peyama Elon Musk
Birêvebirê Giştî yê SpaceXê Elon Musk ku hevrikê Blue Originê ye peyamek weşand û ji bo qezayê xemgîniya xwe anî ziman û got:
“Ez bi vê qezayê gelekî xemgîn bûm.
Ez hêvî dikim ku hûn di demeke nêzîk de vê zererê tazmîn bikin.”
