Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke hikûmeta Amerîkayê zanyariyeke metirsîdar eşkere dike.
Li gorî raporê, piştî ku destpêka îsal Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kontrola deverên xwe ji dest da, "rev û windabûn"a herî mezin a bikom a malbat û çekdarên DAIŞê rû daye.
Rapora demsalî ya Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê behsa bûyerên 3 mehên ewil ên îsal ên Îraq, Sûriye û herêmê dike.
Li gorî raporê, nêzîkî 20 hezar kesên ku piraniya wan kesûkarên DAIŞê bûn li Kampa Holê ya Hisîçayê hatin berdan û kes nizane li kû ne.
Ev yek piştî wê çêbû ku şervan meha kanûna paşîn ji ber êrişên artêşa Sûriyeyê neçar man parastina kampê berdin û biçin eniyên şer.
Valahiyeke mezin a ewlehiyê çêbû
Rapor amaje pê dike ku dema şervan vekişiyan "valahiyeke mezin a ewlehiyê" çêbû.
Xelkê nav kampê bi dilê xwe diçûn û dihatin. Wan ji aloziyan sûd wergirt û hinek cihên kampê şewitandin û talan kirin.
Rapor eşkere dike ku torên qaçaxçiyan alîkariya wan malbatên DAIŞê kiriye da ku ji kampê birevin û berê xwe bidin Îdliba li bakurrojavayê Sûriyeyê.
150 çekdarên metirsîdar reviyan
Ji xeynî malbatan, herî kêm 150 çekdarên metirsîdar ên DAIŞê ji girtîgehan reviyan.
Wekî ku di raporê de hatiye gotin, vê yekê kir ku Amerîka bi lez 5 hezar û 700 girtiyên din ên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhêze girtîgehên Îraqê da ku ew jî nerevin.
Ev rapor nîşan dide ku hevkariya 10 salî ya di navbera Amerîka û Kurdan de ya li Rojavayê Kurdistanê bi pratîkî bi dawî bûye.
Amerîka ji rewşê dilgiran e
Rapor destnîşan dike ku niha berpirsên Amerîkayê ditirsin ku DAIŞ ji van aloziyan sûdê wergire û careke din hêza xwe li Sûriye û Îraqê kom bike.
Her wiha hatiye diyarkirin ku di nav Pentagonê de dilgiranî heye ku dibe ku hikûmeta Sûriyeyê nikaribe navçeyên berê yên di bin kontrola HSDyê de kontrol bike.
Her wiha tirsa wê yekê heye ku nikaribe asayîşa kamp û girtîgehan biparêze ku berê HSDyê bi çekên giran ên Amerîkayê diparastin.
