Dusseldorf (Rûdaw) - Jineke Kurd di nav Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandayê de serkeftineke mezin bi dest xistiye û gihîştiye erkê endamtiya encumena serkirdatiya wê partiyê.
Her wiha ew ji bo hilbijartinên sala bê yên Parlamentoya Fînlandayê namzed e û daxwaza piştgiriyê ji diyasporaya Kurdan dike.
Tewar Salarî Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Turkuyê yê Fînlandayê mezin bûye û li wir dijî.
Tewar Salariyê di nav refên Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandayê de kariye bi pêş bikeve û bûye endama encumena serkirdatiya wê partiyê.
Daxwaza mafê çarenivîsê
Salarî ji bernameya Diyasporayê re ragihand ku ew ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên sala bê namzed e û ew bi rêya partiya xwe parastina mafên mirovan dike.
Tewar Salarî dixwaze mafê çarenivîsê ji bo gelê Kurd û gelên din biçespîne.
Salariyê her wiha destnîşan kir ku Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandayê projeya wê pesend kiriye û xistiye nav bernameya partiyê.
Ev proje naskirina mafên gelan û alîkariya wan a ji bo serxwebûn û demokrasiyê ye.
Baweriya xelkê bi dest xistiye
Tewar Salariyê li ser serkeftina xwe ya di nav partiyê de jî amaje bi wê yekê kir ku ew di nav Partiya Sosyal Demokrat de û li derveyî partiyê jî ji bo çespandina nêrînên xwe gelekî xebitiye û baweriya xelkê bi dest xistiye.
Salarî ji diyasporaya Kurdan a li Fînlandayê û bajarê Turkuyê xwest ku di hilbijartinên sala bê yên parlamentoyê û projeyên siyasî de baweriyê bidinê û piştgiriya wê bikin.