Hewlêr (Rûdaw) - Germahiya rekor, hişkesalî û bûyerên hewayê yên dijwar li Ewropayê êdî her roj bêhtir tên dîtin.
Li gorî pisporan, Ewropa di serê wan herêman de ye ku guherîna avhewayê herî zû û herî dijwar bandorê lê dike.
Niha beşeke zêde ya rojavayê Ewropayê di bin bandora pêleke xurt a germahiyê de ye.
Germahî ji Brîtanya û Îrlandayê dest pê dike, di ser Almanya û Fransayê re heta Spanya û Îtalyayê dirêj dibe.
Germahiya li van herêman ji pîvanên asayî yên vê demsalê gelekî bilindtir e.
Qubeya Germahiyê çi ye?
Sedema van germahiyên neasayî bûyereke keşnasiyê ye ku jê re "qubeya germahiyê" tê gotin.
Ev pergal ji ber zexta bilind a ku çavkaniya wê Bakurê Afrîkayê ye pêk tê.
Ev zexta bilind mîna "derxûnê beroşê" hewaya germ li ser Ewropayê asê dike û nahêle belav bibe.
Li gorî Saziya Guherîna Avhewayê ya Copernicusê di 25 salên dawî de pergalên bi vî rengî li Ewropayê zêdetir dibin û dibin sedema pêlên germahiyê yên dirêj û dijwar.
Profesora Zanista Avhewayê ya li Imperial Collegea Londonê Friederike Ottoyê da zanîn:
"Germahiyên di vê astê de berê di demên herî germ ên havînê de jî wekî rewşeke awarte dihatin dîtin."
Otto balê dikişîne ser wê yekê ku di van germahiyên rekor de şopên guherîna avhewayê bi zelalî xuya dikin.
Ewropa 2 qat zûtir germ dibe
Dem nîşan dide ku guherîna avhewayê ya bi destê mirovan van bûyerên awarte girantir dike.
Li gorî rapora "Rewşa Avhewayê ya Ewropayê", sala 2024-2025an nêzîkî ji sedî 95ê parzemînê germahiyên li ser asta asayî dîtine.
Germiya ku ji 30 pileyî borî heta herêmên Arktîkê çû û germahiya rûyê deryayan gihîşt asta herî bilind.
Florian Pappenbergerê ku yek ji birêvebirên Navenda Birêvebirina Avhewayê ya Ewropayê ye got:
"Ewropa parzemîna ku herî zû germ dibe ye û bandorên vê yekê jixwe gelekî giran in."
Germbûna Ewropayê li gorî navîniya cîhanê 2 qat zûtir e.
Ji sedsala 19an û vir ve germahiya navîn a cîhanê 1,4 pile zêde bûye lê li Ewropayê ev zêdebûn gihîşt 2,5 pileyan.
Sê sedemên sereke yên germbûna bilez
Sê sedemên sereke yên vê germbûna bilez hene:
Nêzîkbûna Arktîkê û Bandora Albedoyê: Ewropa cîranê Arktîkê ye. Arktîk jî li cîhanê herêma ku herî zû germ dibe ye. Bi helîna qeşayê re rûyê deryayan û zemînên tarî derdikevin holê. Ev rûyên tarî li şûna ku tîrêjên rojê vegerînin wan dimijin.
Ev rewşa ku jê re "bandora albedoyê" tê gotin li çiyayên Alpan jî tê dîtin. Berfa ku zû dihele cihê xwe ji zemînên tarî re dihêle û ev jî germbûnê bileztir dike.
Guherîna Bayên Jet Streamê: Pispor dibêjin "herika jetê" (bayên xurt ên li bilindahiyê) xera bûye. Dema ev herika ba dibe du şax pergalên hewayê yên hênik nagerin û pêlên germahiyê li ser rojavayê Ewropayê mayînde didomin. Lêkolîna Enstîtuya Potsdamê nîşan dide ku ev parçebûna bayên jetê li Ewropayê zêdetir bûye.
Paradoksa Hewaya Paqij: Tiştekî ecêb heye. Hewldanên ji bo paqijkirina hewayê jî germbûnê zêde dikin. Berê parçeyên kîmyewî yên ji egzoz û kargehan derdiketin mîna mertalekê tîrêjên rojê vedigerandin û hewa hênik dikirin.
Ji salên 1980î û vir ve ku hewaya Ewropayê paqijtir bûye ev "mertala hênikker" kêm bûye û germbûna ku gazên serayê ava dikin bêhtir derdikeve pêş.
