Washington (Rûdaw) - Hişê çêkirî (AI) êdî ji bo welatan di warê hêza aborî, ewlehiya niştimanî û bandorên cîhanî de bûye çekeke mezin.
Ji ber vê yekê, dewlet û bi taybetî jî zilhêzên wekî Çîn û Amerîkayê ji bo pêşengiya di vî warî de hevrikiyeke tund dikin.
Êdî pirs ne ew e ku gelo hişê çêkirî pergala nû ya cîhanê dadirêje yan na.
Pirs ew e ka kîjan welat dê di dariştina vê pergalê de bibe pêşeng û desthilata xwe zêdetir bisepîne.
Hevrikiya jeopolîtîk a li ser teknolojiyê
Alîkarê Serokê Bernameyên Teknolojiyê yê Encumena Atlantîkê Graham Brookie got:
"Em di serdemekê de ne ku tijî hevrikiya jeopolîtîk e û ev tiştekî pergalî ye.
Hinek welatên ku wekî Çînê xwedî desthilateke bi temamî cuda ne û zêdetir otorîter in, ji bo serdestiya di hişê çêkirî de dixebitin.
Welatên demokratîk ên wekî Amerîkayê jî hewl didin heman tiştî bikin.”
Potansiyela Kurdistanê û pergalên robotîk
Dibe ku şiyana welatên bipêşketî hebe ku di warê hişê çêkirî de hilbirînên mezin bikin.
Lê belê welatên nûbipêşketî û Kurdistan jî ne li derveyî xeleka vê hevrikiyê ne.
Ew ne dûrî wan bandorên ku dê hişê çêkirî li ser pergala nû ya cîhanê bike.
Kurdistan bi saya hebûna çavkaniyên xwezayî yên zêde û şiyana aborî û çandiniyê dikare ji şiyan û jêhatîbûnên hişê çêkirî û pergalên robotîk sûdê wergire.
Ew robotê ku dikare li Almanyayê yan jî Amerîkayê otomobîlekê çêbike, dikare li Kurdistanê jî heman tiştî bike.
Ev yek rola perwerde û rahênanê kêm dike.
Lê belê biryara sûdwergirtina ji vê hişê çêkirî vedigere ser hêza biryardayînê û hilbirînên hikûmetê.
Aborînas Vladimir Kirkorov li ser mijarê wiha axivî:
"Dema ku teknolojî ber bi robotan ve tê veguhastin, ew robotê ku li Almanyayê dixebite, bi heman jêhatîbûn û enerjiyê li Kurdistanê jî dixebite.
Ji ber vê yekê, sûda perwerdeyê û jêhatîbûna hêza karkeran kêmtir serdest û girîng dibin.
Hebûna enerjiyê, nêzîkbûna li çavkaniyên sereke, materyal û bandorên din ji hêza karkeran û perwerdeya wan girîngtir dibin.
Ev yek dê bandoreke mezin li ser şiyana hilbirînê, dan û standinên bazirganî û darayî û qadên din jî bike."
Nasnameya nû ya Kurdistanê li cîhanê
Hevrikiya li ser pêşengiya di hişê çêkirî û paşeroja robotîk de tund e.
Ji ber vê yekê dewlet hilbirînên mezin di vî warî de dikin û salane bi dehan lêkolîn, panel û konferansan li ser vê mijarê li dar dixin.
Eger zilhêz di hinek qadan de pêşeng bin jî welatên din û cihekî wekî Kurdistanê eger bixwaze û girîngiyeke taybet bide vî warî, dikare di beşeke biçûk a vî warî de pêşengiyê bi dest bixe.
Ev yek dikare bibe nasnameya nû ya Kurdistanê li cîhanê.

