Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Endeksa Mafên Gerdûnî ya Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC), Tirkiye di warê mafên karkeran de li ser asta cîhanê yek ji 10 dewletên herî xerab e.
Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî, Rapora Endeksa Mafên Gerdûnî ya sala 2026an eşkere kir.
Di endeksê de 151 dewlet cih digirin.
Tirkiye li gel welatên wekî Arjentîn, Belarus, Ekvador, Misir, Eswatînî, Myanmar, Nîjerya, Panama û Tûnisê di lîsteya "ji bo karkeran 10 welatên herî xerab ên cîhanê" de ye.
"Li Tirkiyeyê ewlehiya mafan nîne"
Tirkiye di raporê de, di kategoriya welatên ku “ewlehiya mafan lê nîne” de cih girtiye.
Li gorî raporê, li Tirkiyeyê pirsgirêkên wekî "avakirina sendîkayan", "binpêkirina mafê rêxistinbûnê", "astengkirina mafê grevê" û "tedbîrên kontrola dadî yên li dijî sendîkayan" hene.
Her wiha di raporê de qala astengkirina çalakiyên sendîkayan û binpêkirina mafên karkeran tê kirin.
Mafê grevê tê astengkirin
Li gorî raporê, li 131 welatan mafê grevê yê karkeran hatiye astengkirin ku ev jî dike ji sedî 87ê welatan.
Li ji sedî 75ê welatan mafê endambûna sendîkayan hatiye binpêkirin.
Mafê gihîştina edaletê yê karkeran jî li ji sedî 72yê welatan hatiye astengkirin.
Li ji sedî 50yî welatan jî mafê îfadekirin û kombûnê hatiye binpêkirin.
Tundî zêde bûye
Li gorî rapora ITUCyê, sala 2025an li ji sedî 26ê welatan li hemberî karkeran tundî hatiye qeydkirin lê ev rêje sala 2026an derketiye ji sedî 32yan.
Li 75 welatan karker an jî nûnerên sendîkayan hatine desteserkirin û girtin.
Li welatên wekî Angola, Kolombiya, Endonezya û Meksîkayê endamên sendîkayan û karker hatine kuştin.
Li ser asta cîhanê jî ji bo karkeran herêmên herî xerab Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ne.


