Washington (Rûdaw) - Senatorê Komarî Ted Cruz diyar kir ku eger bi Îranê re peymanek bê kirin, divê ev peymaneke "rast" be.
Ted Cruz her wiha amaje pê kir ku divê Tehran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike.
Senatorê Komarîiyan ê Senatoya Amerîkayê Ted Cruz ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Cruz ragihand ku wî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestiye ku li hemberî Îranê li ser helwestên xwe rijd be.
"Di diyarkirina du xetên sor de mafdar bû"
Ted Cruz ji Rûdawê re got, "Serok (Trump) di diyarkirina du xetên sor de bi temamî mafdar bû.
Ya yekem, divê Îran qet uranyumê dewlemend neke. Ya duyem, divê Îran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike."
Gelo ew pêşbînî dike ku Îran amade be uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike? Senatorê Komarî ev pirsa Rûdawê wiha bersivand:
"Heta niha nekiriye lê ez bawer dikim ku divê em li ser helwestên xwe rijd bin."
Ev daxuyaniya Cruz di demekê de ye ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de didomin.
Pirsa bernameya nukleerê ya Îranê yek ji pirsgirêkên sereke yên di navbera her du welatan de ye.
Têgihiştina destpêkî ya Amerîka û Îranê
Hefteya borî hatibû ragihandin ku Amerîka û Îran ji bo peymaneke demdirêj gihiştine têgihiştineke bingehîn.
Dê yek ji xalên sereke yên vê peymanê pirsa nukleerê be lê heta niha yadaşta têgihiştinê ji hev nehatiye veqetandin.
Rûdaw: Tu bawer dikî ku hûn dê bi Îranê re bigihêjin peymanekê?
Ted Cruz: Ez nizanim. Ez bawer dikim divê her peyman peymaneke rast be lê min ji Serok xwestiye ku li ser helwestên xwe rijd be. Ew di diyarkirina du xetên sor de bi temamî mafdar bû.
Ya yekem, divê ti dewlemendkirin nebe. Ya duyem jî divê Îran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike. Ez bawer dikim ku Serok Trump di vê yekê de bi temamî rast dibêje.
Rûdaw: Tu bawer dikî ku dê Îran uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike?
Ted Cruz: Heta niha ev yek nekirine lê ez bawer dikim ku divê em li ser helwestên xwe rijd bin.


