Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Demokrat Mark Warner got, şerê ku îdareya Trump li dijî Tehranê daye destpêkirin ti serkeftin bi dest nexistiye û tenê rewşa Rojhilata Navîn aloztir kiriye.
Mark Warner destnîşan kir ku tevî şer jî "Rejîma Tehranê wekî xwe maye û heta ku kontroleke nerasterast li ser Tengava Hurmizê ya girîng jî peyda kiriye."
Senatorê Demokrat ê SenatoyaAmerîkayê Mark Warner ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Mark Warner li ser biryarên Trump wiha got, "Wî (Trump) şerekî bêyî ti plan da destpêkirin.
Şerek bû ku bi daxwaza xwe hilbijart. Îran ji bo Amerîkayê ne metirsiyeke nêzîk bû."
Senatorê Demokrat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser encamên şer û pê de çû:
"Niha, piştî zêdetirî 80 rojî ji me re diyar dibe ku rejîmeke xerab li wir maye û ti plan nîne ku ew ji wê uranyuma dewlemendkirî xilas bibin. Ew hîn jî xwedî şiyana mûşekî ne."
Dilgiraniya li ser ewlehiya deryayî
Mark Warner ji ber rewşa ewlehiya deryayî dilgiraniya xwe anî zimên û got:
"Her wiha wisa diyar e niha kontroleke wan a nerasterast li ser Tengava Hurmizê heye. Ev rewş ne baştir e."
Senator rewşa niha û ya berê da ber hev û wiha axivî:
"Serkirdayetiya berê ya Îranê li hemberî gelê xwe xerab bû û têkder bû lê belê vî şerî rewş ber bi pêş ve nebiriye."
Senator Mark Warner pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Çima tu li dijî siyaseta Serok a li ser Îranê yî?
Mark Warner: Çimkî wî şerekî bêyî ti plan da destpêkirin; şerek bû ku bi daxwaza xwe hilbijartibû. Îran ji bo Amerîkayê ne metirsiyeke nêzîk bû. Niha, piştî zêdetirî 80 rojî ji me re diyar dibe ku hîn jî rejîmeke xerab li wir maye, ti plan nîne ku ew ji wê uranyuma dewlemendkirî xilas bibin.
Ew hîn jî xwedî şiyana mûşekî ne. Her wiha wisa diyar e niha kontroleke wan a nerasterast li ser Tengava Hurmizê heye. Ev rewş ne baştir e, serkirdayetiya berê ya Îranê li hemberî gelê xwe xerab bû û têkder bû lê belê vî şerî rewş ber bi pêş ve nebiriye.


