Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku Keleha Zerzevanê û Perestgeha Mîtrasê ya li Ameda Bakurê Kurdistanê, bikevin Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.
Derbarê Keleha Zerzevanê û Perestgeha Mîtrasê ya li navçeya Çinarê ya Amedê mijareke nû ket rojevê.
Ev şûnwar wekî yekê ji navendên leşkerî yên herî stratejîk ên li ser sînorê rojhilat ê Împeratoriya Romayê tê naskirin.
Tirkiye xwe amade dike di civîna Komîteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê ya ku dê Tîrmeha 2026an were lidarxistin de şûnwarekî din wekî mîrata cîhanî bide qebûlkirin.
Eger ji bo Keleha Zerzevanê biryareke erênî derkeve, dê herêm di asta cîhanî de ji aliyê dîrokî û geştyariyê ve bêhtir balê bikişîne.
Li aliyê din, Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê ji xwe di lîsteya mayînde ya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ne; Keleha Zerzevanê û Pira Malabadê jî niha di lîsteya demkî de ne.
Tê çaverêkirin ku civîn 11ê Tîrmeha îsal de pêk were.
Eger komîte biryarê bide, Keleha Zerzevanê, Perestgeha Mîtrasê û bi îhtîmaleke kêm Pira Malabadê dê bikevin lîsteya mayînde ya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.
Lîsteya şûnwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê yên ku heta niha ji aliyê UNESCOyê ve wekî Mîrata Çandî ya Cîhanî hatine qebûlkirin:
1. Sala 1985an: Mizgefta Mezin a Dîvrîgiyê û Daruşîfaya wê (Sêwaz)
2. Sala 1987an: Peykerên Çiyayê Nemrûdê (Semsûr)
3. Sala 2015an: Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê (Amed)
4. Sala 2016an: Şûnwarê Aniyê (Qers)
5. Sala 2018an: Girê Mirazan (Riha)
6. Sala 2021ê: Girê Melîdê (Meletî)
