Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di dikaneke qesabiyê de di navbera 2 koman de pevçûneke bi çekan derket.
Di encama pevçûnê de 4 kes birîndar bûn û tîman ew birin nexweşxaneyên bajêr.
Li nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanan Zulfu Coşan û Ensarî Coşan mirin.
Hat ragihandin ku tedawiya 2 kesên din ên ku di bûyerê de birîndar bûbûn, didome.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.


.jpg&w=3840&q=75)
