Hewlêr (Rûdaw) – Dayik û kurek ên xelkê Başûrê Kurdistanê piştî 36 salan li Tehran a paytexta Îranê hev dîtin û gihîştin hev.
Çîroka ji hev windabûna wê dayika Kurd û kurê wê vedigere bo 36 sal berî niha. Dayika bi navê Edîbe ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye, piştî rêkevtinnameya Elcezayir a sala 1975an di navbera Îran û Iraqê de û ji ber şoreşa Kurdan bi serkirdatiya General Mele Mistefa Barzanî yê nemir rastî şikestinê tê, ligel malbata xwe koçber dibe û berê xwe didin welatê Îranê.
Malbata Edîbeyê li bakurê Îranê bicih dibe û her li wir bi welatiyekî îranî re dizewice û jiyana hevbeş pêk tîne. Encama jiyana wan a hevbeş zarokek kur bi navê Omîd e.
Demek kurt piştî ji dayikbûna Omîd, Edîbe û hevjîna wê yê îranî ji hev cuda dibin û bi cudabûnê çîroka dilşewat a dayika Kurd dest pê dike.
Her çend li gorî yasayên Îranê bi xwe jî, piştî cudabûna hevjînan, zarok heta temenê 7 saliyê li cem dayika xwe dimîne, lê belê ew yek ji dayika Kurd Edîbeyê re pêk nayê û hevjîna wê yê îranî razî nabe Omîd bide wê.
Piştre Edîbe bi pismamekî xwe re yê bi navê Resûl ku ew jî koçberî Îranê bûye û li bajarê Kirman ê li başûrê Îranê bicih bûye, dizewice û sala 1999an vedigerin Başûrê Kurdistanê.
Wê demê ji Edîbeyê re tê gotin, ku kurê wê Omîd di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Herwiha ji kurdê wê Omîd re jî ku hingê zarokek biçûk bûye, tê gotin, ku dayika te miriye.
Piştî 36 salan, hevjîna Edîbeyê yê bi navê Resûl, bo zanîna rastiyê û dîtine Omîd dest bi lêkolînê dike û çend caran ji Başûrê Kurdistanê ve diçe Îranê, da ku şûnpêyekê li ser Omîd peyda bike.
Resûl hewldana xwe ji hevjîna xwe û dayika Omîd re aşkere nake, heta ku bi timamî piştrast dibe.
Sal û nîvek berî niha Resûl Omîd peyda dike û piştrast dibe, ku Omîd kurê Edîbeyê ye. Omîd niha li Îranê ye û xwendina xwe li zanîngehê bi dawî kiriye û bûye endazyar.
Şeva borî di bernameyeke televizyonî de li ser ekranê kanaleke televizyona Îranê Edîbe û kurê wê Omîd bi hevdîtina hev şad bûn û gihîştin hev.



