Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyona li dijî bazirganiya madeyên hişbir de 37 kes hatin desteserkirin.
Bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê doh operasyoneke hevdem hat kirin.
Hêzên ewlehiyê li 28 taxên navçeyê bi ser malên firoşkarên kolanan ên madeyên hişbir de girt.
Li 8 kesan digerin
Di çarçoveya operasyonê de biryara desteserkirinê ji bo 45 gumanbaran hebû û ji wan 37 kes hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina 8 kesên din jî xebatên xwe didomînin.
Kesên ku hatine desteserkirin, ji bo kar û barên îfadeyê veguhastin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wêranşarê.
Di encama lêgerînên li malên gumanbaran de jî madeyên hişbir û amûrên bikaranîna madeyên hişbir ketin destê hêzên ewlehiyê.
Divê were gotin ku li Wêranşarê 5ê Gulana 2026an jî ji ber bazirganiya madeyên hişbir 46 kes hatibûn girtin.
