Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzeke pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Supaya Pasdaran a Îranê de şer derket. PDKÎ diyar kir: “Sê endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin û du pêşmergeyên me jiyana xwe ji dest dan.”
Li gor daxuyaniya Fermandariya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ya ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), şer di demjimêr 08:00ê serê sibeha roja înê 12-10-2018an de li seyrangeha Bîmîr a nêzîkî bajarê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê rûdaye û sê demjimêr berdewam bûye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di daxuyaniya xwe de diyar kiriye: “Di wî şerî de du pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û sê endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin, herwiha hejmarek jî birîndar bûn.”
Li gor daxuyaniya PDKÎ, welatiyekî sivîl jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin.



