Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Aram çawa dibe, rûbera wê çend dibe û çawa wê tê birêvebirin, heta niha jî bi temamî nezelal e, ji ber ku Amerîka û Tirkiyê tevî ku rêkeftine jî, lê nerînên wan ji bo wê navçeyê ne weke hev in.
Navçeya Aram, di qonaxa yekem de, di navbera herdu bajarên Serê Kaniyê û Girî Sipî de dibe ku dirêjahiya navçeyê di navbera 70-88 kilometre de ye û kûrahiya wê jî 5 heta 14 kilometereyan dibe.
Biryar eHêzên YPGê û HSD ji navçeyê vedikişin û çekên giran li wê deverê namînin.
Herwiha çavdêriya asmanî bi şêweyekî hevbeş di navbera Emerîka û Tirkî tê kirin.
Amerîka û Tirkiyê piştî hevdîtinên şandên serbazî yên herdu aliyan ên li Enqerê, 7ê Tebaxê bi daxuyaniyên cuda aşkere kiribûn ku ew li ser avakirina 'navendeke hevbeş' a ji bo koordînekirina 'Navçeya Aram' li ser axa Rojavayê Kurdistanê gihiştibûn rêkeftinekê.
Li aliyê Rojhilatê Ferat û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Tirkiye hewl dide hevahengiyê ligel Amerîkayê bike, ji bo ku armancên xwe pêk bîne, ku ew jî dûrxistina hêzên YPGê û HSDê ye ji sînorê Tirkiyê, herwiha kontrolkirina wan navçeyan û bicihkirina hêzên çekdar ên opozsiyonê li wan deveran. Di heman demê de, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ragihandiye ku piştî kontrolkirina wan navçeyan, dibe ku ew nêzîkî 4 milyon penaberên sûrî vegerînin welatê wan.

.webp&w=3840&q=75)
