Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge derbarê biyara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê erd û zevî dayîna malbatên şehîdên pêşmerge yên şerê DAIŞê de ragihand: “Ev biryar tenê di sînorên hikûmraniya Bexdayê de tê cîbicîkirin.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Biryara Serokwezîrê Iraqê ya derbarê erd û zevî dayîna malbatên şehîd û kêmendamên şerê DAIŞê, tenê di sînorên hikûmraniya Bexdayê de tê cîbicîkirin. Par hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da parçeyek erd bide hemû malbatên şehîdan. Ji bo vê yekê jî Wezareta Bajirvaniyê hate agahdarkirin da ku li hemû parêzgehên Kurdistanê erd terxan bike.”
Derbarê malbatên şehîdan ên li navçeyên nakok de Yawer got: “Dikare ev biryar wan navçeyan jî vegire. Ji ber ku ev navçe ji aliyê îdarî ve heta niha jî bi ser Bexdayê ve ne.”
Roja Şemiyê 29-07-2017, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da, ku her pêşmergeyekî di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibe, hikûmet parçeyeke erdê 200 metrî bide malbata wî.
Ebadî her yek ji wezaretên Darayî, Avedankirin û Niştecîkirin, Bajêrvanî û Fermandeyiya Ewlehiya Iraqê û rêveberiyên xwecihî erkdar kiriye, ku ji bo her malbateke şehîd û kêm endam, erdekî 200 metre çargoşe terxan bikin.
Di şerê 3 salan a li dijî DAIŞê de, li gorî amarên fermî yên Wezareta Pêşmerge, zêdetiî hezar û 700 pêşmerge şeh3id bûne û herwiha zêdetirî 10 hezar pêşmerge jî birîndar bûne, ku hinek ji wan ji ber giraniya birînên xwe, kêm endam bûne



