Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û helbestvan Rêbwar Sîweylî duyemîn pirtûka xwe ya derbarê helbestvanê navdar ê kurd Nalî de amade kiriye. Herwiha Sîweylî derbarê jîngeparêziya kurdan û felsefeya jîngeparêziyê jî pirtûkek amade kiriye.
Derbarê vê yekê de Rêbwar Sîweylî ji Rûdawê re got: “Beriya niha min pirtûkek bi navê “Nalî” çapkiribû. Nija mijûlî çapkirina pirtûka duyemîn im li ser Nalî. Di vê pirtûkê de ez helbestên Nalî şirove dikim.”
Ji bilî pirtûka Nalî, 2 pirtûkên din ên nivîskar Sîweylî ji bo çapê amade ne.
Sîweylî derbarê van de jî dibêje: “Pirtûkek lêkolîna li ser qesîdeyên helbestvan Abdullah Goran e, ku di zîndanê de nivîsiye. Lêkolîna wê yekê dikim ka çima Goran nexwestiye di nava zîndanê de bi mirovan re biaxive û pişta xwe daye mirovan? Ji ber çi li gel heyvê, sterkan û tiştên diodeya zîndanê de axiviye?”
Bi gotina Rêbwar Sîweylî pirtûka din jî li ser felsefeya hawîrdorparêzî û danûstandina kurdan a li gel jîngehê ye.
Sîweylî diyar dike: “Ez behsa danûstandina kurdan a li gel jîngehê dikim. Lêkolîna wê yekê dikim ka jîngeparêziya Barzaniyan ji ku derê ve hatiye. Di beşekê din de jî behsa nêzîkbûna hikûmeta Bees ya li jîngehê dikim.”
Rêbiwar Heme Emîn Axa, ku weke Rêbwar Sîweylî tê naskirin, beşa Felsefe li Zanîngeha Goskîle ya Danîmarkê xwendiye û di sala 2000î de vegeriyaye Kurdistanê, niha di Koleja Edebiyat a Zanîngeha Selahadîn de mamosta ye.
Sîweylî heta biha derbarê felsefe, rexnegirtin û wêjeyê de 48 pirtûk nivîsandine.



