Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfîqarî ji bo piştgiriya wan a li dijî Amerîka û Îsraîlê spasiya gelê Îraqê kir.
Îbrahîm Zulfîqarî ragihand ku qedexeyên li ser Tengava Hurmizê ji Îraqê re derbas nabin.
Ibrahîm Zulfîqarî ji bo gelê Îraqê peyamek belav kir û got, "Amerîkaya tawankar û saziya Siyonîst bi hevkariya hevalbendên xwe êrişeke hovane bir ser serweriya welatê me.
Wan bi tirsonekî jin, zarok û xelkê sivîl bombebaran kir û dibistan û navendên tendurustiyê kirin armanc."
"Îraq welatekî dost e"
Berdevkê baregeha ser bi hêzên çekdar ên Îranê ve pesnê helwesta Îraqiyan da û wiha li pey çû:
"Gelê Îraqê li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê helwesteke aqilmendane nîşan da.
Gelê Îranê ne bi tenê bû, dil û rondikên we li gel me bûn. Ev piştgiriya we îradeya me ya ji bo têkoşînê xurttir dike."
Zulfîqarî derbarê rewşa Tengava Hurmizê jî axivî û got:
"Îraq welatekî dost e û em dê ji bo wê ti qedexeyekê li Tengava Hurmizê daneyînin.
Ew sînordarkirinên me tenê ji bo welatên dijmin in. Em rêzê li serweriya niştimanî ya Îraqê digirin çimkî we êşa dagirkeriya Amerîkayê kişandiye."
Daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê
Îbrahîm Zulfîqarî amaje pê kir ku ev rewş ji bo Îraqê derfeteke dîrokî ye da ku dawî li hebûna Amerîkayê ya li ser axa xwe bîne.
Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got ev gava han dê rê li ber "talankirina samanên welat" bigire.
Îbrahîm Zulfîqarî di dawiya peyama xwe de silav ji şehîdên Îraqê, hêzên Heşdî Şebî û rêberên dînî re şandin û got, "Gelê Îran û Îraqê di yek sengerî de ne û em dê bi hev re bi ser bikevin."
