Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Encûmena Bilind a Asayişa Nîştimanî a Îranê, rê nayê dayîn girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku heyamê girtina wan temam bûye jî, werin azadkirin. Ew girtî ji mafê girtiyan jî hatine bêparkirin.
Hejmareke girtiyên siyasî yên Kurd ku bi tometa pêwendî li gel partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û bi zîndana demdirêj hatine cezakirin, piştî temambûna heyamê girtina wan jî rê nayê dayîn ku serbest werin berdan.
Hejmarek ji wan girtiyan nêzîkî 30 salan e girtî ne. Her yek ji Osman Mistefapûr 28 sal, Mihemed Nezerî 24 sal, Omer Feqêpûr 19 sal, Xalid Fireydûn 18 sal, Elî Muradî 15 sal û Kemal Şerîfî jî 10 sal in ku girtî ne. Heya niha moleta demkî ya derketina ji zîndanê jî nedane wan girtyên siyasî yên Kurd ku serdana malbatên xwe bikin.
Herweha li gorî amaran, herî kêm 102 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê di girtîgehên Komara Îslamî de bi sedemên siyasî û mezhebî, cezaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Tevî ku di yasaya cezakirinê ya Îranê de, lêborîn, kêmkirina heyamê girtinê, azadiya mercdar, moleta demkî ya derketina ji zîndanê û komeke mafên din ji bo girtiyan hatine danîn, lê bi biryara Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Îranê, girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji hemû wan mafan hatine bêparkirin.
Berpirsên Dadê yên Îranê jî bersiva daxwaziyên parêzerên wan girtiyan nadin.



