Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Amerîkî dixwaze sîstema banka mobaylê li Kurdistanê damezrîne, da ku welatiyên Kurdistanê, di rêya mobaylên xwe re, pereyan ji hev re biguhêzin. Nûnerê wê rêxistinê dibêje ku mebest ji wê projeyê ew e ku kurdistan ji civaka kaş bê guhastin bo civaka xwedî sîstemek bankî ya modern.
Rêxistina Amerîkî ya perepêdana navdewletî USAID dixwaze sîstema banka gerok a mobaylê li Herêma Kurdistanê û Iraqê damezrîne. Ew jî bi mebesta perepêdana sîstema bankê û pêşxistina beşê aborî ye.
Sîstema banka mobaylê ji bo wê yekê ye ku tu karibe di rêya mobaylê re zanyariya te zêdetir be li ser hisabê te yê bankê. Herwiha tu pereyan jî biguhêze ji mirov û hevalên xwe re. Li gor raporta projeyê jî dibe her guhastinek pereyan di rêya mobaylê re tenê heman buhaya şandina nameyek asayî tê here.
Berpirsê beşê projeyên perepêdana darayî di rêxistina USAID de Gari Dinora, derbarê vê yekê ji Rûdawê re got “Mebesta me ew e ku em nûtirîn teknolojya ya sîstema bankê bi kesên Kurdistanê û Iraqê bidin naskirin. Çiku nebûna sîstemek pêşketî û modern a bankê li Iraqê, bandora wê li ser pêşketina beşê aborî hebû.”
Li gor texmînkirina banka navdewletî, niha 2.5 milyar kes di cîhanê de hene ku hê jî sîstema bankê bikar naynin. Lê wan pêşbînî kirin ku heta sala 2015 nêzîkî 800 milyon kesên din, di cîhanê de, bibin xwedî hisabek taybet di sîstema banka mobaylê de.
Yek ji berbestên vê projeyê nebûna baweriya welatiyan bi bankê ye. Wiha jî nebûna kultûra bikaranîna sîstema bankê di nav civaka kurdî û iraqî de. Lê ew rêveberê Amerîkî dibîne ku di siberojê de ev kêşe namîne: “Ev berbestek demkî ye. Pêkanîna baweriyê jî pêwîstiya wê bi demê heye. Lê ez geşbînim bi wê yekê ku ev sîstem li vî welatî biser dikeve.”
Li gor amara banka navdewletî, niha sîstema karta bankê li 210 welatên cîhanê kar pê tê kirin. Bêhtir ji 4 milyar kes jî di cîhanê de karta bankê bikar tînin.
Herwiha li gor axaftina vê rêxistina Amerîkî, sîstema mobayla gerok hêsankariyek e ji bo welatiyên Kurdistanê û Iraqê, da ku karibin di rêya internetê re tişt û cilan bikirn. Ev jî tiştekî nû ye li Kurdistanê dibe.
Berpirsê pêwendiyan di rêxistina USAID de Alan Matern ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin civaka kurdî ji bikaranîna pereyên kaş dûr bixin. Wiha jî sîstemek modern bi vê civakê bidin naskirin.
Matern got “Em li sernserê cîhanê dibînin ku çawa sîstema karta mobayl a bankê tê bikaranîn. Hewiha em dibînin ku gellek kesên gundnişîn nikarin bigihin bankê. Lê pirraniya wan mobaylên wan hene. Ev jî dikarin di rêya mobaylên xwe re karê xwe yê bankê bikin û pereyan biguhêzin.”
Herwiha got ku “Li Iraqê û Herêma Kurdistanê nêzîkî 90 ji sedî xelk xwedî mobayl in. lê ji sedî 80 ji wan sîstema bankê bikar naynin. Sîstema sereke ya vê projeyê jî ew e ku gundnişîn jî sîstema bankê, bi hêsantirîn awa, bikar bînin.”
Alan dibîne ku niha dem hatiye ku welatî baweriya wan bêhtir bi bankan hebe û got “Mebesta sereke ew e ku Kurdistan bibe xwedî sîstemek kartî. Herwiha ji sîstema kaş jî dûr bikeve. Niha gellek xelk pereyên xwe li malê dihêlin. Lê eger tu li pirraniya welatên cîhanê binere, niha pirraniya wan bûne civakên bê kaş. Wiha jî tişkirîn û karên wan hemû bi kart in. Li gel vê jî pereyên te her li bankê ne. Kes jî dest nade wan.”



