Meha borî, serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan, beriya ku serdana Amerîkayê bike, eşkere kir ku wan girêbestek ligel şîrketa Exxon Mobil a amerîkî îmze kiriye bi mebesta şandina petrola Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê û ji wir jî ji bo bazarên cîhanê. Lê vê daxuyaniyê hikûmeta Iraqê aciz kir û berpirsên iraqî ragihandin ku girêbestên di navbera Enqere û Hewlêrê di warê enerjiyê de binpêkirina destûra Iraqê ne û ne yasayî ne.
Hinek çavdêr di wê baweriyê de ne ku xwepêşandanên niha li Tirkiyeyê heyî bandoreke xerab li ser wê projeya hevbeş bikin, ku di navbera Herêma Kurdistan, Amerîka û Tirkiyeyê de destpêkiriye. Lê berpirsê beşê Tirkiyeyê di rêxistina Grûpa Qeyrana Navneteweyî (International Crisis Group – ICG) de, Hugh Pope, ji Rûdawê re got: “Ew xwepêşandan bandorê li ser pêwendiyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê nakin û jixwe ti pêwendiya wan bi siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî tine. Ji ber ku ew alozî kêşeyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye.”
Derbarê wê yekê de gelo ew xwepêşandan wê ti bandoreke nerênî li ser proseya aştiyê di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKê de bike, Hugh Pope, got: “Erdogan hê jî di cihekî xurt de ye. Vê carê jî proseya aştiyê ji dil birêve diçe û bawer nakim şîdet bandorê li ser wê proseyê bike, yan ziyanê bigihînin wê.”
Par hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şandina petrola xam ji bo Tirkiyeyê peymanek ligel Tirkiyeyê îmze kir û biryar e jî projeya veguhestina petrola Kurdistanê bi rêya boriyan ji bo Tirkiyeyê îsal xelas bibe. Li gor gotina wezîrê samanên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî jî, biryar e xeta boriyan ji Teqteq here Xurmele û ji wir jî here Pêşxabûr.
Li gor raporeke şîrketa şêwirmendiyê ya amerîkî LLC Group Invest, wezîrê samanên xwezayî Dr. Aştî Hewramî ragihandiye ku heta sala 2013ê tibaba 15-20 milyar Dolar li Herêma Kurdistanê di hilberîna di warên petrol û xazê de hatine xebitandin û dibêje jî ku li Herêma Kurdistanê 57 zeviyên xaz û petrolê hene, herwiha 14 projeyên berhemanîna petrolê hene ligel 45 milyar bermîlên petrola yedek.
Bi baweriya mamosteyê zanîngehê û pisporê pêwendiyên navneteweyî li zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê, Dr. Salih Mela Umer, Enqere ji ber çend xwepêşandanan dest ji Hewlêrê bernade, nemaze ku ew alozî pirseke navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Salih Mela Umer ji Rûdawê re got: “Aloziya ku niha li Tirkiyeyê heye, ew bandoreke nerênî li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê nake, nemaze di warê enerjiyê de, ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî stratejîk e ji bo Tirkiyeyê. Pêwendî jî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hatine damezrandin. Bûyerên li Tirkiyeyê kêşeyeke navxweyî ne.”



