Gireweke zêde li ser wê yekê heye ku “dibe ku” hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya gera pêncem, ji ber çend sedemên teknîkî, qanûnî û siyasî were li paşxistin.
Divê heykelê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê ji nû ve were daiştin, ku wada wê kuta bûye û divê li gor mafê aliyên nav parlamentoyê were danîn. PDK vê carê ji 9 komîsarên nav encûmenê li gor 45 kursiyên parlamentoyê, daxwaza pişka xwe dike. Aliyên din jî ew mafê wan heye li gor kursiyên xwe li parlamentoyê daxwaza mafê xwe bikin. Herwisa yasaya hilbijartinê ku dibe ku guhertin tê de were kirin, ji bo her hilbijartinekê qet nebe pêwîstiya komisyonê bi şeş mehan heye, wek xweamadekirina ji bo hilbijartinan. Ango divê heya meha Adara bê, komisyona nû ya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê hatibe damezirandin û hikûmetê budceya hilbijartinê garantî kiribe. Dû re jî serokê Herêma Kurdistanê wada hilbijartinê diyar dike.
Qasî ku ez ji biryara siyasî ya partiya xwe (PDK) haydar im, partiya min bi wê yekê re ye ku hilbijartin di dema xwe ya destnîşankirî de were encamdan û nabe ti bihaneyeke siyasî bibe kelem bo encamdana hilbijartina gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê; ku heke di rêkarên xwe yên asayî de bimeşe, divê di meha Îlona 2022an de were kirin.
Di gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de, PDK 45 kursiyên parlamentoyê bidest xist. Niha jî heke hilbijartin were kirin û bi piştgirêdana bi encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê ku di 10.10.2021ê de hat encamdan, li gor dengên parêzgehên Herêma Kurdistanê, PDK bo Parlamentoya Kurdistanê 47 kursî û dibe ku zêdetir jî bidest bîne. Ango PDK qet ne dudil e ku hilbijartin di dema xwe de were kirin, tew PDK bi tundî piştgiriya vê yekê dike.
Li gor encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê, dê hevrikiyeke tund di navbera YNK û Nifşê Nû de çêbibe ka kî dibe hêza duyem li ser asta Herêma Kurdistanê.
Dengên her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Silêmanî û Helebçe di hilbijartina Iraqê de wek yek parêzgehê hatin hejmartin. Parêzgeha Dihokê, milyonek û 232 hezar û 897 deng bû (1232897) kesan deng da.
Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de, tomeriya dengên hemî aliyên ku beşdar bûn û biserketin tên komkirin û dabeşî 100 kursiyên parlamentoyê tên kirin, paşê nirxê her kursiyekî derdikeve holê, helbet ev ji bilî 11 kursiyên kotayan.
Ango 1232897*100=12328 deng nirxê her kursiyekî dibe.
Eva li xwarê dengên aliyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê ne ji bilî dengên wan li Kerkûk, Mûsil û navçeyên din ên Iraqê.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Herêma Kurdistanê
579670 (dengên PDK)/12328 (nirxê kursiyekî Parlamentoya Kurdistanê) = 47 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
236807 (dengên YNK) /12328 = 19 kursî
Nifşê Nû
204855/12328 = 17 kursî
Komela Dadgerî
64156/12328 = 5 kursî
Yekgirtûya Îslamî
105493/12328 = 9 kursî
Yên din
35321/12328 = 3 kursî
Heke em li van hejmaran hûr bibin, ji bilî PDK ku dengên wê hemî dengên wê bi xwe ne, dibe ku aliyên din tûşî arîşeyeke mezin bibin ji bo hejmartina dengên wan, çawa?
YNK û Goran hevpeymaniya wan hebû bi navê (Hevpeymaniya Kurdistan) û dengên wan tev li hev bûn û vê yekê jî wiha kir ku Tevgera Goran ti kursiyekî Parlamentoya Iraqê bidest nexe, lê YNK 16 kursî bidest xist.
Dibe ku Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî tûşî şokeke mezin bibe. Çimkî li Dihokê, dengên YNK û Goran û dibe ku dengên Komela Dadgerî jî ji berbijêrên Yekgirtûyê re çûbin. Li Zaxo û Akrê jî bi heman awayî, aliyan deng dan hev. Lewma eger hilbijartina Kurdistanê were kirin, dê guhertin bi ser wan dengan de werin, xasma dengên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.
Dadgeha Federal a Iraqê li ser paşxistina encamdana hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di gerên din de nêrîna xwe da û got “Ji ber ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi yasa derketiye, her bi yasa jî dikare were lipaşxistin û arîşeyeke yasayî nabe. Ne wek a Iraqê ye. Di destûrê de hatiye ku divê her çar salan carekê were kirin, eger were lipaşxistin divê ew madeya destûrê were sererastkirin û Destûra Iraqê, destûreke hişk e û guhertin û sererastkirin tê de ne hêsan in”.
Astengiya mezin li pêşber hemî aliyan, xasma PDK, YNK û Tevgera Goran (heke ji hikûmetê venekişe) ji bo bidestxistina baweriya dengder, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û peydakirina derfetên kar ji şêniyên Herêma Kurdistanê re ye, xasma ji genc û ciwanan re.


.webp&w=3840&q=75)
