Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku di dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de yên ku li Îslamabada paytexta Pakistanê didomin, li ser Tengava Hurmizê nakokî derketiye.
Li gorî medyaya Îranê, dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de ji ber mijara Tengava Hurmizê rastî astengiyan hatine.
Hat îdiakirin ku di dan û standinan de nakokiyên cidî derketine û ji ber "daxwazên zêde" yên aliyê Amerîkayê, pêvajo bi pêş ve naçe.
Medyaya Îranê li ser bingeha daxuyaniyeke berpirsekî şandeya dan û standinan a Îranê belav kir ku qonaxa bê ya dan û standinan dê îşev yan jî sibe bê kirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku tîmên pispor ên her du aliyan li ser metneke nivîskî nêrînên xwe parve dikin.
Financial Times: Îran li dijî kontrola hevpar derket
Rojnameya Financial Timesê ya Brîtanî (FT) jî nûçeyên derbarê asêbûna dan û standinan piştrast kir.
Li gorî agahiyên ku FTyê ji dan û standinkaran wergirtine, lûtkeya dîrokî hê di qonaxa xwe ya yekem de rastî aloziyeke mezin hatiye.
Berpirsekî ji FTyê re gotiye, Îran li ser parastina serwerî û kontrola xwe ya li ser tengavê bi israr e û heta mafê "xwastina xerca derbasbûnê" ji keştiyan aniye rojevê.
Hat ragihandin ku şandeya Îranê vebijarkên "kontrola hevpar" ên ku Amerîkayê pêşkêş kiribûn, bi tundî red kirine.
Kî serokatiya şandeyan dike?
Dan û standinên ku wekî "Hevdîtinên Îslamabadê" tên binavkirin, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf serokatiya şandeya Îranê dike.
Ji Îranê Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, Sekreterê Giştî yê Konseya Parastinê Elî Ekber Ehmediyan û Serokê Banka Navendî Ebdulnasir Himetî û şandeyeke qelebalix beşdarî civînê dibin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance serokatiya aliyê Amerîkayê dike.
Di şandeya Amerîkayê de zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner û Nûnerê Taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî cih digirin.
Ji aliyê Pakistana navbeynkar jî Serokwezîr Şehbaz Şerîf, Wezîrê Karên Derve Îshaq Dar û Sererkanê Giştî Asim Munîr beşdarî dan û standinan dibin.
Beriya destpêkirina dan û standinan, hem şandeya Îranê û hem jî ya Amerîkayê bi awayekî cuda bi Serokwezîrê Pakistanê Şerîf re civiyabûn.
