Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ku ew nikarin bêjin DAIŞ bi temamî li Iraqê nemaye lê hêzên navxwe rewş kontrol kirine.
Berdevkê Pentagonê general Kenneth F. McKenzie di bersiva pirsekî Rûdawê ya derbarê zêdebûna çalakiyên DAIŞê li Iraqê de, ragihand: “Ez nabêjim DAIŞ bi temamî li Iraqe nemaye. Lê bi awayeke giştî hêzên navxwe rewş bi temamî kontrol kirine. Ez agahdarê zêdebûna çalakiyên DAIŞê nînim. Lê nabêjim qet ti çalakiyeke wan jî nemaye. Hê jî pir maye em bigihin wê qonaxê ku bêjin DAIŞ xilas bûye.”
Derbarê rûbirûbûna hêzên amerîkî û çekdarên DAIŞê jî general McKenzie got: “Hêzên me ti rûbirûbûneke meydanî nakin. Em bi tenê hevkariya iraqiyan dikin. Haya min nîne, ku di assteke wiha zêde de rêbirûbûn çêbibe.”
Ji aliyê din ve, li ser heman mijarê, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê David Satterfield ji endamên komîsyona peywendiyên derve yê encûmena pîrên welatê xwe re ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, zêdetirî %98ê xaka di bin destê DAIŞê de kontrol kiriye. Lê hê jî şer bidawî nebûye.”
Nivîsîn: Necmî Salih



