Washinton (Rûdaw) – Pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mijareke germ a rêveberiya Washingtonê ye. Navendên lêkolînê bi berdewamî nêrînên xwe yên derbarê şêwaza vê hikûmetê de nêrînên xwe pêşkeşî rêveberiyê dikin. Rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê jî bi giringî tê nirxandin.
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad jî di wê baweriyê de ye, ku yekbûna Kurdan li Bexdayê, ji bo gihiştina armancên wan pir giring e.
Zalmay Xelîlzad di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî got, ku ew dixwazin di paşeroja Iraqê de xwedî roleke bihêz bin û ji bo bidestxistina mafên destûrî yên Kurdan kar bikin. Bi nêrîna min ji bo gihiştina armanc ev tiştekî guncaw e. Ji bo gihiştina van armancan yekgirtî bin dê ji bo Kurdan baştir be.”
Di nava rewşa aloz a siyasî ya Iraqê de Amerîka hewl dide li gel wan aliyan kar bike ku hemhelwestên wî ne. Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê James Jaffrey jî mikûr tê ku tenê aliyekê Kurd hemhelwestê Amerîkayê ne û dikarin li gel wan kar bikin.
James Jaffrey di semînerekê de li Peymangeha Hudsonê de got: “Ew aliyê ku li gel Amerîkayê hemhelwest e û dikarin li gel nêrînan parve bikin tenê Partiya Demokrata Kurdistanê ye, ku eger hêj jî maberiya PDKê bi Amerîkayê mabe. Ji ber ku ew gelek ji me bêhêvî bûn. Ne heq e ew ji me bêhêvî bin, heq e em ji wan bêhêvî bin.”
Hebûna nufûza Îranê ya li Iraqê nîgeraniyeke hertimî ya Amerîkayê ye. Di vê derbarê de Jaffery dibêje, ku Îran li dijî hemû aliyên ku li pêşiya wan dibe asteng disekine û wan têk dibe.
Jeffrey diyar kir: “Tenê prensîbeke Îranê heye. Dixwazin tenê ew serwer û biryarbidestê Iraqê bin. Lê prensîba me ya sereke Iraqeke federal, demokrat û yekgirtî ye.
Krokiya berjwendiyên Amerîkayê li Iraqê li ser parastina ewlekarî, seqamgîriya siyasî û ewlekariya wî welatî ye.
Bi baweriya çavdêrên Amerîkî, rêveberiya Washingtonê dixwaze hemû pêkhateyên Iraqê di hikûmeta nû de cîh bigrin. Ev hikûmet di heman demê de, di warê tekoşîna li dijî terorê de hevbeşeke baş ê Amerîkayê be, ji bo reformên aborî kar bike û nehêle welatên derdorê destwerdana karên wî bike.



